Li Avkevirê mitînga hilbijartinê: Dê rê nedin desthilatdariyê

  • 11:41 29 Adar 2024
  • Ramyarî
 
AGIRÎ - Li navçeyên Avkevir a Agiriyê mitînga hilbijartinê hat lidarxistin û di mîtîngê de hat diyar kirin ku dê di 31'ê Adarê de rê nedin desthilatdariyê. 
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeya Avkevir a Agiriyê, mitînga hilbijartinê li dar xist. Mitînga ku li qada navçeyê hat lidarxistin, qad bi alên DEM Partiyê hatin xemilandin. Jin û ciwanên ku tevlî mitîngê bûn bi flamayên kesk, sor û zer cih girtin. Beriya axaftinan bi coşek mezin govend hat gerandin.
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Agiriyê Mehmet Ûmût Dogrûel û got ku gelê ji vê talanê zirar dîtiye dê 31’ê Adarê de AKP’ê bişînin û serkeftina xwe pîroz bikin.
 
Namzeta hevşaredariya navçeya Avkevirê Cemîle Dûman jî bi lêv kir ku ji ber bê edaletiya ne wekheviyê û bê hiqûqiyê gelê me û têkoşîna wan li ser piyan e û wiha domand: “Em ê li hember vê zilmê serî natewînin û vê zilmê qebûl nakin. AKP û kevneşopiya wî lig elek bajarên kurdan û vê derê dest daniye ser malên gel. Ez li Afrîqayê jî mam. Lê navekê wê derê heye. Lê navê vê derê tuneye. Çima cûdahiyê dikin navbera gel. Di aliyê nasname, ziman û di her aliyê de cûdahiyê dikin. Ev bi salan e gelek nasname bi hev re dijîn. Lê divê em li dijî vê zilmê jiyanek hevpar ava bikin û AKP’ê di 31’ê Adarê de bin sindoqan de bihêlin. Armanca me dest girtina şareseriyê ye. Armanca me ew e ku şaredariyê bikin malên gel. Em ê rê nedin desthilatdariyê. Ya ku jiyanê xweş dike jin e. Em jiyanê bi jinê xweş bikin.”
 
‘168 hilbijêr ji derve anîne’
 
Namzetê hevserokê şaredariya Avkevirê Mehmet Alî Bûdak jî destnîşanê hilbijartinên herêmî yên ku roja yekşemê pêk bê kir û bi lêv kir ku bila hemû gel bi awayek azad vîna xwe bikar bîne. Mehmet, wiha got: “Em ne ji bo pirsgirêkan ava bikin, ji bo pirsgirêkan çareser bikin em tên. Em ji bo bi awayek azad bijîn tên. 168 hilbijêran ji derve anîne û deng bikar bînin. Dibêjin ew misilmanin, lê belê di misilmaniyê de tiştek wisa tuneye.”  
 
‘DEM Partî partiya hemû gelan e’
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik, bi lêv kir ku Selahattîn, Gultan, Ayla û Sabahat ji bo vê gelê hatin girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ger ku em şaredariyê bi dest bixin dê ev mizgînî ji bo wan bibe cejn. Wê demê dê zanibin azadî nêz e. Îro gelek hevalên me di girtîgehan de ne, ji ber axaftinên xwe. Lê belê tu hevalÊn me ji ber diziyê nehatin girtin. Ji ber ku em diziyê nakin, em xizmeta gelê xwe dikin. We biryara xwe daye. Ev hilbijartin dê bibe ya we, ne ya hevalên me. Kesên xîzan dê biçin şaredariyê de bixebitin. Em her tim xwediyê kesên xîzan derketine. Em ê ji vê şûnde jî derbikevin.”
 
Axaftina Sirri bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana Zindana” hat berzkirin. Sirri, wiha dom kir: “Girtiyên di girtîgehan de êdî şer naxwazin, azadiyê dixwazin. Bi heron û fûzeyan ve ev  yek nabe. Ger ku hûn ji bo şer amadekariyê bikin, hûnê wê demê hemû mûçeyê ji bo şer xerx bikin. Dê gel bi vê yekê re zêdetir xîzan bibe. Li ser gelan ne projeyên şer çêbikin, projeyên azad ava bikin. Ji bo bajarek azad û wkehev ev yek destê we de ye. Hûn dikarin vê yekê bigûherînin”     
 
Mitîng bi gerandina govendê bi dawî bû.