Mêrdînê ji bo 31’ê Adarê DEM’a xwe girtiye

  • 09:03 29 Adar 2024
  • Ramyarî
 
Melek Avci
 
MÊRDÎN - Parlamenter Bêrîtan Guneş diyar kir ku bi mehan e xebatên hilbijartinê didomînin û got DEM Partî li Mêrdînê ji hilbijartinan re amade ye. Bêrîtanê wiha got: “Gelê me ji bo ji qeyûman xilas bibe rojan dijmêrin. Em talibên şaredariyan e. Em bi hemû hêza xwe amade ne.”
 
Ji hilbijartinên herêmî re du man û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) amadekariyên xwe bê navber didomîne. Li Mêrdînê bi mehan e namzet û parlamenter bi gel re dixebitin. Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin pêvajo ji ajansa me re nirxand.
 
*We pêvajoyek hilbijartinê ya giran temam kir. DEM Partiyê li Mêrdînê xebatên xwe çawa meşand?
 
DEM Partiyê li Mêrdîn û hemû bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê xebatek bê navber meşand. Hîna dimeşîne. Xebatên me ji roja ewil de bi coş tên pêşwazîkirin. Ji ber ku bi salane îradeya gel ji aliyê qeyûman ve tê xespkirin. Piştî qeyûman sazî yek bi yek hatin girtin, qeyûman bandorek neyînî li ser bajaran kirin. Xwe û alîgirên xwe dewlemend kirin û  pereyê ji bo gel dihat ji bo xwe xerc kirin. Ji ber vê jî gelê me li bende vê rojê ye. Em rojan dijmêrin. Xebat li qadên cuda didomin. Bernameyên bi jin û ciwanan re tên kirin. Em niha hatine asta dawî. Me xebatên muşahîd û peywirdarên sindoqan daye destpêkirin. Niha desthilatdarî bi hilbijêrên xeyalî hewl didin bajaran xesp bikin. Lê ez vê aşkera bêjim, ew ji bo Tokat û Yozgatê hilbijêran bînin, me jî gelê xwe yê li metropolan vexwendiyê ser sindoqan kir. Em li pê gele xwe ne. Bila gelê me bên bajarên xwe û dengê xwe bi kar bînin.
 
*Xebat çawa derbas bûn, we hevdîtinên gel çawa pêk anîn?
 
Em gund bi gund, tax bi tax, derî bi derî geriyan û bi gelê xwe re hatin cem hev. Me xwe gîhand hemû gelê xwe. Me paradigmaya xwe vegot, me proje û xebatên xwe, feraseta şaredariya xwe vegot. Tiştên me gotin gel qebûl kir, cihê xwe dît. Em bi îdia ne, li her derê Kurdistanê ev îdiaya me heye. Ev hilbijartin wê bibe hilbijartina me.
 
*Di heman demê de vê mehê 8’ê Adar û Newroz jî hat pîrozkirin.  Kelecana Newroz û hilbijartinê bi hev re hat jiyîn. We li Mêrdînê çawa pêşwazî kir?
 
Gel çawa DEP, HADEP pêşwazî kiribû, bi wê kelecanê DEM Partî jî pêşwazî kir. Ji ber em nûnerên vê kevneşopiyê ne.  Em partiyeke kevneşopiyê ne. Ji ber vê jî gelê me zextên li ser partiya me, çima navê me diguhere baş dizane. Em erênî pêşwazî kirin. Gel di 8’ê Adarê û Newrozê de li qadan bûn. Bi hêviya guhertinekê û aştiyê li qadan bûn. Bi daxwaza şikandina tecrîdê li qadan bûn. Newrozên herî bi coş ên 10 salên dawî pîroz kirin. 
 
*Niha em di roja dawî de ne. We hemû xebat nirxandin. Li Mêrdînê atmosfera hilbijartinê çawa ye?
 
Ji bo hilbijartina Mêrdînê bêjim, em ketine viraja dawî. Em gelek bi kelecan in. Gelê me ji bo ji qeyûman xilas bibe rojan dijmêrin. Em dikarin bejin ku em talibê hemû şaredariyên navçeyan e. Bendewariyek mezin heye. Xebatek mezin heye. Daxwazek mezin heye. Em bi hemû hêza xwe ketine viraja dawî.  Gel bi kelecanek mezin li bende şaredariya xwe ye. Xebatên me didomin.
 
*Herî dawî vê dipirsim, ji bo ewlehiya sindoqan hûn bangên cidî dikin. Ji vir hûn ji bo hilbijêr û peywirdarên sindoqan re çi dibêjin?
 
Me xebatên hilbijartinê bi pêşengiya jin û ciwanan meşand. Ez bang li hemû hevalên ciwan dikim; Ev hilbijartin ji bo me hemûyan krîtîk e. Di vê nokteyê de amadekariyên partiya me hene. Bêguman muşahîd hene peywirdarên sindoqê hene. Lê divê em şeva 31’ê Adarê ranezên û hemû li ser piyan bin. Em ê bişopînin. Em ê xwedî li dengên xwe derkevin. Em ê xwedî li îradeya xwe derkevin. Niha Dem DEMA me ye.