‘Em ê xwe û bajarê xwe bi rê ve bibin’

  • 09:02 29 Adar 2024
  • Ramyarî
 
WAN - Namzeta hevşaredariyê ya Westanê ya DEM Partiyê Kubra Akti peyama ‘em ê xwe û bajarê xwe bixwe bi rê ve bibin” da. 
 
Namzeta hevşardariya DEM Partiyê ya Westan a Wanê Kubra Akti der barê navçeyê de projeyên xwe ji ajansa me re vegot. 
 
Kubrayê diyar kir ku ji ber gundê wan hatiye şewitandin, malbata wê koçî Westanê û ji wir jî koçî navenda Wanê kiriye û got: “Yanî dikarim bêjim ku ez hîna di pêçekê de bûm min dest bi siyasetê kiriye.”
 
Kubrayê daxuyakirin ku her tim di têkoşînê de cih girtine û bi awayekî çalak di 2022’yan de dest bi xebatan kiriye û got: “Min di 2022’yan de hevberdevkiya Partiya Çep a Kesk a Tuşbayê kir. Lê beriya wê jî ez di nava têkoşînê de bûm. Di heman demê de di Komeleya Lêkolîna Çanda Ziman û Hunerê (ARSÎSA) jî hem wek xwendekar hem wek rêveber xebitîm. 
 
Kubrayê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku wê kêmasiyên der barê jin û ciwanan de yên li Westanê dîtiye û xwe berpirs dîtiye, bûye namzet. Kubrayê wiha dirêjî dayê: “Westan navçeyek gelek xweş e. Lê der barê jin û ciwanan de kêmasî pir zêde ne.”
 
‘Wê şêlandin û dizî tunebe’
 
Kubrayê balkişand ser hilbijartinên herêmî û got hilbijartin gelek bi îdia ye û wiha daxuyand: “Ji bo gelê Westanê ji bo jin û ciwanan projeyên me hene. Projeya me ya herî mezin wê dizî û şêlandin tune be. Em ê diziyê nekin, ji rantê re venekin. Em xwezayê talan nekin. Em ê xwe bixwe bi rê ve bibin. Ji bo jinan em ê kooperatîfan vebikin. Wê qadên ji bo jinan bên vekirin. Wê midûriyeta jinan û navenda şêwirmendiya jinan û xeta têkoşînê hebe. Em ê navçeya xwe bi xwe bi rê ve bibin. Em bang li hemû hilbijêran dikin ku bên ser sindoqan. Yên li derve jî bila bên dengê xwe bi kar bînin. Serkeftin nêz e.”