'Ji bo wê armanca sereke hezkirin bû'

  • 09:03 28 Sibat 2023
  • Portre
WAN - Beriya Roja Jinan a Cîhanê dayika Amara Rojbîn ku di temenê biçûk de dest bi têkoşînê kir û jiyana xwe ji dest da, keça xwe vegot û da zanîn ku hezkirin ji bo wê armanca sereke bû.
 
Cemîle Çîftçî ya HPG’î  (Amara Rojbîn) di 2021’ê de li Çiyayê Cudî yê Şirnexê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da û di 21’ê Sibatê de li Wanê hat definkirin. Dayika wê Devlet Çîftçî diyar kir ku keça wê di temenê biçûk de her cureyê tundiyê lêpirsîn kiriye û got Amara wek hevala wê bûye û her tim li dijî zîhniyeta serdest têkoşîn daye.
 
Amara Rojbîn kî ye?
 
Amara li gundê Xorutîs ê Westan a wanê di 1995’an de hat dinê.  Wek yek ji 5 zarokên malbatê hat dinê û ji ber valakirina gundan mlabat koçî Wanê dike. Amara di temenê biçûk de tundiya dewletê nas dike û dest bi lêpirsînê dike. 
 
‘Gelek jîr bû’
 
Dayika Amara, Dewlet Çîftçî axivî  û diyar kir ku piştî erdhêja 2011’an a wanê şûnde vegeriyane gund û Amara jî neçar maye dest ji dibistanê berde û got: “Gelek ji xwendinê hez dikir. Dixwest bibe parêzer. Zarokek bêdeng û gelek gelek jîr bû. Her kar ji destê wê dihat. Nedixwest ez qet biwestim. Ji biçûkatiya xwe de zext qebûl nedikir. Bi bavê xwe re wek heval bû. bi zarokan re zarok bû bi mezinan re mezin bû. Gelek dihat hezkirin. Yekane daxwaza wê ev bû ku ji bo jinan tiştekî bike. Ji hevalên xwe pir hez dikir. Ji hevalên jin yên gund hez dikir.  Nedixwest jin hev bişkînin. Dixwest piştgiriyê bidin hev. “
 
Dewletê destnîşan kir ku di 2012’an de Amara bi sê hevalên xwe re di rojeke ku baran dibarî de çûye ku cateriyê kom bike û wiha dirêjî dayê: “Roja înê bû. Xwarin çêkir. Piştre saet nêzî 10’an bi hevalên xwe re çû. Min pêlava sporê jê re nû stendibû. Bavê wê jî çakêtek jê re stendibû.   Pêlava xwe ya nû xist lingê xwe. Min got wê şil bibe. Lê got ez hema diçim û têm. Min carek din keça xwe nedît. Keça min tu car rojekê dilê min neşikand.”
 
‘Evîndara xwezayê bû’
 
Dewletê her wiha ev tişt bi lêv kir: “Gelek ji xwezayê hez dikir. Ji kulîlkan hez dikir. Heta hebim ez ê  kulîlkan li ser gora wê biçînim. Amara digot ez jina Zagrosim lê dilê min li Botanê ye.  Keça min pir ji papikan hez dikir. Ez papikên wê di sindoqê de vedişêrim.  Amara pincar kom kiribû me firotibû. Pereyê wê hîna vedişêrim û tu car vî pereyî xerc nakim. Keda keça min di mala me de gelek zêdeye.”
 
‘Bi mehan cenaza dan sekinandin’
 
Devletê got keça we di 22’ê îlona 2021’ê de jiyan axwe ji dest daye lê wan agahî di 5’ê Tebaxa 2022’an de girtine û serî li serdozgeriya komarê ya Şirnexê dane. Devletê got : “Ji wê rojê de em pêvajoyeke gelek bi êş jiyan. Dema me agahî girt me şîna xwe danî. Piştre me ji bo DNA xwîn da. Em çar mehan sekinin.  Me cenaze  ji Şirnexê girt û me li Artemîtê di bin dorpêça polîsan de defin kir. Nehiştin gel bikeve qadê. 12 kes tenê berdan. Divê ev şer êdî raweste û kes negirî. Tu dayîk negirîn.Amara ji bo jinan têkoşîn da. Ez jî dixwazim ku jinên Kurd dest bidin hev û têbikşin. Gelo em ê heta ku derê bindest bin.”