'Sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirin’ tune hat hesibandin

  • 14:44 24 Nîsan 2024
  • Hiqûq
 
ENQERE - Di Doza Komkujiya Gara Enqereyê de dozgerî mutalaaya xwe pêşkeş kir û xwest Erman Ekîncî ji ber sûcê “binpêkirina pergala destûra bingehîn” were cezakirin û xwest 10 bersûc jî bên berdan. 
 
Danişîna 24’emîn a Komkujiya Gara Enqereyê ya 10’ê Cotmehê ku ji hêla bersûcên firarî ve hatiye veqetandin, li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê dest pê kir. Li gel rêveberên DEM Partî, EMEP, ESP, CHP, Şaxa ÎHD’a Enqereyê, nûnerên gelek saziyan jî tev li bûn. 
 
Bersûcên ji dozê girtî bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bûn. Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. 
  
Piştî xwendina raporên kesên pispor a têkildarî pênaseya “sûcên li dijî mirovahiyê”, dozger mutalaaya xwe pêşkeş kir. Dozger, xwest ji bersûcan Erman Ekîncî ji ber sûcê “Binpêkirina pergala destûra bingehîn” were cezakirin û ji bo 10 bersûcên din jî ji ber sûcê “Kuştina biqesdî” ceza xwest û xwest bên beraetkirin. Di heman demê de dozger di mutalaaya xwe de ji bo Erman Ekîcî ji “Sûcê li dijî mirovahiyê” ceza nexwest. 
 
Piştî mutalaayê jî malbatên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dayîn wiha bertek nîşanî şandeya dadgehê dan: “Ev 8 sal in kezeba me dişewite. Ma ewqas bêwijdanî dibe? Hinek wijdan. Ma ji bo ‘sûcê li dijî mirovahiyê’ divê êdî çi hebe?” 
 
Parêzer Erkan Unîvar jî li dijî mutalaayê parastin kir û got ku ev 8 sal in hêj delîl nehatine komkirin û ew ne di qonaxeke ku bikarin mutalaayê bidin de ne. Erkan, diyar kir ku hêj jî delîl li dosyayê tên zêdekirin û nabe di vê qonaxê de mutalaa were dayîn û wiha domand: “Dozger biisrar mutalaaya berê esas digire. Biisrar dibêjin fermana teqînê Îbrahîm Bala da ye lê me bi delîlan îspat kir ku wisa nîne. Lê hêj jî delîlên me nehatine xwendin û esas nayên girtin. Nabe ku bi îdianameya ewil darizandin were kirin û hukm were dayîn. Nexwe hemû delîlên tên dosyayê tên redkirin.  Me xwest delîl bên komkirin lê we daxwazên me red kir. Agahî û belge ji me tên veşartin. Emniyetê ev komkujî temaşe kir. Agahiya îstîxbarî ya teqînê hebû lê mudaxele nehate kirin. Eşkere ye ku para dewletê û rayedarên cemaweriyê di komkujiyê de heye. Lewma divê agahî û belgeyên me bên qebûlkirin.”
 
Parêzerên dozê gotin ku dê îro derheqê dozê de tiştekî nebêjin û wiha gotin: “Heke hûn îro biryara beraetê bidin, hûn nikarin ji sûcê ‘binpêkirina pergala qanûnî’ jî bidin. Yan hûn dê weke şandeya ‘ji sûcê li dijî mirovahiyê’ biryara beraetê dayî, yan jî ya ceza dayî cihê xwe di dîrokê de bigirin.”