Danişîna ewilî ya doza destdirêjî û şantajê di 10’ê Gulanê de ye

  • 09:04 28 Adar 2024
  • Hiqûq
 
Rojda Aydin
 
ÎDIR - Li Îdirê 6 mêrên ku nêzî 4-5 mehan destdirêjî li zarokekê kirine, derbarê wan de bi sûcê “destdirêjiya li hemberî zarokê” îdîaname hat amadekirin. Danişîna ewilî ya dozê dê di 10’ê Gulanê de bê dîtin.
 
Li navenda Îdirê di 19’ê Cotmeha 2023’yan de ji aliyê ajansa me ve derket holê ku zarokekê bi tecawiz û fûhûşê re rû bi rû maye. Ji ber şantaj û gefan zarok nikaribû bûyerê ji malbata xwe re vebêje. Ji ber ev gef berdewa kir di 27’ê Îlona 2023’yan de çûye Midirûyeta Polîsan a Îdirê û behsa tiştê ku jiyaye kiriye. Zarokê derbarê kiryaran de gilî kiribû. Di îfadeyên emniyet û dozgeriyê de derketibû holê ku 6 mêr nêzî 4-5 mehan destdirêjî li zarokekê kirine û bi şantajê fûhûş lê dane kirin. 
 
Zarok di îfadeya xwe de destnîşan kiribû ku ji aliyê mêrên bi navê Ferhat Angay, Onur Begeç, Vedat Gîden, Boran Yildiz, Murat Altun û Alîcan Begeç ve bi tecawizê re rû bi rû maye û derbarê kiryaran de gilî kiriye. Piştî îfadeyên li dozgeriyê di 27’ê Îlona 2023’yan de kiryar Onûr Begeç, Alîcan Begeç, Vedat Gîden û Mûrat Altûn bi sûcê “Êrîşa zayendî ya li hemberî zarokê” hatin girtin û wan şandin Saziya Înzfazê ya Girtî ya Tîpa S ya Îdirê. Kiryar Ferhat Angay jî bi şertê kontrola edlî hatibû berdan.
 
Îdîaname hat amadekirin
 
Piştî bûyer derket holê şûnde dozgeriyê îdîanameyê amade kir. Der barê kiryar Alî Begeç, Boran Yildiz, Ferhat Angay, Mûrat Altûn, Onûr Begeç û Vedat Gûden de bi sûcê “destdirêjiya li hemberî zarokê” îdîanameyeke ji 6 rûpelan pêk tê amade kir. Îdîanameya ku ji Dadgeha Cezayê Giran re hat şandin, hat qebûlkirin. Di îdîanameyê de îfadeya zarokê ku cih digire, îfadeya malbatê jî heye. Derbarê 6-7 kesên ku destdirêjî li zarokê kirine gilî hatiye kirin. Kiryar ku navên wan di îdîanameyê de derbas dibe sûcê qebûl nekirin. Di îdîanameyê de derbarê kiryar Boran Yildiz de ji cotmeha 2023’yan ve biryara lêgerînê hatiye derxistin, lê hîn negatiye girtin.
 
Doza ewil 10’ê Gulanê de ye
 
Danişîna doza ewilî dê di 10’ê Gulanê de li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Îdirê de saet 09.00’an de bê dîtin.