Êrîşên li ser çapemeniya azad wê li Brukselê bê şermezarkirin

  • 13:52 25 Nîsan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN  - KCDK-E û TJK-E wê li dijî êrîşên li ser televîzyonên gelê Kurd di 27'ê Nîsanê de li Fransa û Belçîkayê şermezar bikin.
 
KCDK-E û TJK-E'yê li dijî operasyona li ser Stêrk TV û Medya Haber TV daxuyaniyek dan û ji bo çalakiyan banga tevlîbûnê kirin.
 
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Sibeha 23'yê Nîsanê operasyona li Belçîkayê ya li dijî çapemeniya Kurd, li Fransayê jî serdegirtina li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Drancy û malên endamên wê, êrîşeke birêxistinkirî ya li dijî gelê Kurd e."
 
Di daxuyaniyê de hate ragihandin, di demekê de ku li cografya Kurdistanê êrîşên dagirkeriyê têne kirin, Fransa û Belçîka li ser berjewendiyên qirêj avêtin ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV û bi rengekî eşkere bêhiqûqî kirin.
 
Di daxuyaniyê de serdegirtina li televîzyonên Stêrk TV û Medya Haber TV hate şermezarkirin û bang li dewleta Belçîkayê hate kirin ku dest ji kiryara xwe ya çavtirsandinê berde.
 
Bi navê KCDK-E û TJK-E'yê bang li gelê Kurd hate kirin ku li Fransa û Belçîkayê beşdarî mîtîngên navendî bibin.
 
Têkildarî cihê çalakiyê jî ev agahî hate dayin: "27'ê Nîsana 2024, saet di 13:00 de li Palaîs de Jûstîce li Place Poelaert 1, 1000 Bruxelles."