Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş hatin şermezarkirin

  • 16:58 24 Nîsan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên li hemberî başûr û rojavayê Kurdistanê li gelek cihên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat şermezar kirin û wiha hat gotin: "Divê li hember van êrişan were sekinandin. Em bang li gelê Iraqê dikin ku li hember PDK´ê bisekine.
 
Artêşa Tirk bi hevkariya PDK´ê di 16´ê Nîsanê de dest bi êrişeke dijwar li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê kiriye, li hember wan êrişan bertekên gel û bangên têkbirina wan êrişan zêde dibin.
 
Hesekê 
 
Di vê çarçoveyê de xelkê navçeya Şedadê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê meşek li dar xist. Meş ji pêş avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan dest pê kir û ber bi Parka Rêber Abdullah Ocalan ve kete rê. Li wir endama rêvebera Kongra Star a navçeya Erîşa Hena El Sehal êrişên dewleta Tirk  û tecrîda li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û banga bidawîkirina van êrişên li dijî urf û qanûnên navneteweyî ne, kir.
 
Endamê rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Uwde El Hisên axivî û got: "Em êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî hêzên gerîla ku destanên leheniyê li çiyayên Kurdistanê dinivîsin, şermezar dikin."
 
El Hisên wiha domand: "Armanca dagirkeriyê ji van êrişan ewlehî û îstîqrara herêmê têk bibe û Osmaniyê vegerîne."
 
Meş bi diruşmên ´Bê Serok Jiyan Nabe´ û ´Bi can bi xwîn em bi te re ey şehîd´ bi dawî bû.
 
Reqa 
 
Girêdayî mijarê, bi diruşma ´Dê azadî bi Jin, Jiyan, Azadî bi ser bikeve û na ji dagirkeriyê re´ Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de sînevîzyona li ser berxwedana gerîla û rola ciwanan li hember êrişan hat pêşkêşkirin. Çalakî li yarîgeha Beledî hat lidarxistin.
 
Çalakî bi diruşmên ´Bê Serok Jiyan Nabe´ û ´Bijî berxwedana gerîla´ bi dawî bû.
 
Şehba 
 
Partiyên siyasî yên li kantona Efrîn û Şehba li navçeya Ehdasê der barê şermezarkirina êrişan de daxuyaniyek da. Endamê Yekitiya Demokratan Welîd Dîngilî û endama Desteya Perwerdê û Fêrkirinê Xemlîn Reşîd daxuyanî xwend.
 
Di daxuyaniyê de êriş hatin şermezarkirin û hat got rejîma Tirkiyeyê di dijminatiya dewletên cîran de bi armanca têkbirina ewlehî û îstîqrariyê de dewam dike û êrişên dawîn ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê tolhildana têkçûyîna wê di hilbijartinên şaredariyan de ye û rûyê rasteqîn a PKD´ê û tevkariya wê bi dagirkeriyê re nîşan dide.
 
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin divê li hember van êrişan were sekinandin û bang li gelê Iraqê hat kirin ku li hember PDK´ê bisekine.