Akademîsyenên Başûr êrişa li ser çapemeniyê şermezarkirin

  • 15:47 24 Nîsan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi dehan çalakvan, akademîsyen û welatiyên başûrê Kurdistanê li dijî êrişa polîsên Belçîka ya li ser Sterk TV û Medya Haber TV’yê nameyek ji hikûmet û dadgeha Belçîkayê re şandin.
 
Li dijî serdegirtina polîsên Belçîka ya bi ser kanala Sterk TV û Medya Haber TV’yê, bi dehan çalakvan, kesayetên akademîsyen û welatiyên başûrê Kurdistanê nameyek vekirî ji hikûmet û dadgeha Belçîkayê re pêşkêş kirin.
 
Di nameyê de wiha tê gotin:
 
“Birêzan hikûmet û desthilatdarên Belçîkayê, Hûn dizanin ku kurd di çar welatên ku Kurdistan di nav wan de hatiye parçekirin, di heman rewşa koleyên reş re derbas dibin. Li Tirkiye mafê xwendin û li xwe kirina cilên kurdî jî qedexeye. Em xemgînin ku welatên demokrat û azadîxwaz ên cîhanê jî hertim hevkar û piştgiriya vê zilma li Kurdan tê kirin dikin. 
 
Li welatê we ku Kurd ji neçarî hatine wêderê, dixwazin dengê wan were bihîstin. Di nava du mehan de carek faşîstên Tirk êrişî kurdan kirin û hun bêdeng bûn, carek jî polîsên Belçîkayê di saetên zû yên sibehê de bi ser avahiya Stêrk Tv û Medya Haber de girtin. Ti bertekek we li di jî vê yekê çênebûye. Ev êriş ji bo hevkariya dewleta faşîst a AKP’ê û Erdogane. 
 
Ji ber vê çendê ji bilî ku em vê kiryarê şermezar dikin, em daxwaz dikin ku êdî Kurd li welatê we nekevin ber gef û êrişan.”