Êrişa li dijî Çapemeniya Azad hat protestokirin

  • 14:58 24 Nîsan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Zextên li ser xebatkarên Çapemeniya Azad, li gelek bajaran hat şermezarkirin û hat diyar kirin ku rojnamegerî ne sûc e. 
 
Di encama serdegirtinên malan ên li Stenbol, Enqere û Rihayê de 9 xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin û li Belçîkayê jî polîsan bi ser studyoyên Stêrtk TV û Medya Haber TV’yê de girtin. Binçavkirin û zextên li ser Çapemeniya Azad li gelek bajaran hatin protestokirin. 
 
Stenbol 
 
DÎSK Basin-Îş’ê li avahiya sendîkayê ya li Beyoglû ya Stenbolê daxuyanî da. Gelek rojnameger tev li daxuyaniyê bûn. Rojnameger Nezahat Dogan di daxuyaniyê de anî ziman ku îktîdara siyasî hewl dide çapemeniyê îllegalîze bike. Nezahat, diyar kir ku îktîdarê piştî operasyonên derveyî sînor zextên xwe giran kiriye û got: “Li vir li dijî weşangerî, rojnameger û heqîqetê êriş hatiye kirin. Di serî de jî xebatkarên Çapemeniya Azad û çapemeniya kurd hedef tê girtin. Rojnamegerî sûc nîne. Çapeniya Azad dê her hebe.” 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Ozgul Sakî jî got ku êrişa dawî girêdana xwe bi serdana Iraqê û polîtîkayên şer heye. Sakî, anî ziman ku îktîdar ji bo qutkirina dengê rastiyê van operasyonan dike.  Sekreterê Giştî yê Dev Yapi-Îş’ê Nîhat Demîr jî got ku îktîdar her tim “dijminatiyê” li rojnamegeran dike.
 
Ji rêveberên DÎSK Basin-Îş’ê Îzel Sezer jî bi bîr xist ku rojnameger ji ber lêpirsîneke 2 sal berê hatine binçavkirin. Ji bo serdegirtina stûdyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV’yê jî Îzel anî ziman ku eleqeya xwe bi amadekariyên şer re heye. Îzel, wiha bi dawî kir: “Ev yek jî rastiya ‘di şer de ji ewil rastî tên kuştin e.’ Hedefgirtina saziyên çapemeniyê yên kurd ên li Ewropayê, bi xwe re talûkeyê tîne. Ewropa bi xwe normên azadiya çapemeniyê û xweîfadekirinê binpê dike. Astengkirina rojnamegeriyê sûc e. Rojnamegerî sûc nîne. Divê rojnamegerên binçavkirî tavilê bên berdan.”
 
Şirnex
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Şirnexê jî bi heman boneyê daxuyanî da û binçavkirina rojnamegeran protesto kir. Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan û û gelek kes tev li bûn. Di daxuyaniyê de ji ewil rêveberê DEM Partiyê yê Bajar Cîhat Basan axivî û wiha got: “Em îktîdara ku polîtîkaya înkar û şer dimeşîne hişyar dikin; ji ber dijminatiya li kurdan,  çavkaniyên Tirkiyeyê pêşkeşî hêzên herêmî û navneteweyî nekin. Rê û rêbazên we îflas kirine. Divê ev êriş tavilê bên sekinandin. Dê piştevaniya me ya bi çapemeniya azad û muxalîf re bidome.” 
 
Parlamenter Newroz jî daxuyand ku kedkarên Çapemeniya Azad deng û rengê civakê nîşan didin. Aslan, wiha domand: “Bi êrişên ser çapemeniyê re dixwazin dengê civakê qut bikin. Çapemeniya Azad bi bedelên giran xwe gihand îro. Êrişa li dijî çapemeniyê, êrişa li dijî jiyana demokratîk e. Weke gelê kurd em tenê êrişeke li ser çapemeniyê nabînin. Li dijî her kesên dijî dagirkeriyê derdikevin hate kirin.”
 
Îzmîr  
 
Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên li Îzmîrê jî li pêşiya avahiya DEM Partiyê hatin gel hev û daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Çapemeniya Azad rûmeta me ye, bila polîtîkayên şerê taybet bi dawî bibin” hate vekirin. Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşmên “Çapemeniya Azad bêdeng namîne” û “Zext nikarin me têk bibin” hatin berzkirin. 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Îzmîrê Vezan Karabulut di daxuyaniyê de got ku îktîdar hewl dide çapemeniyeke li gorî daxwaza xwe ava bike. Karabulut, xwest ku rojnamegerên binçavkirî tavilê bên berdan. 
 
Edene 
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê jî li Parka Înonuyê daxuyanî da û bertek nîşanî êrişan da. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên bajar jî tev li daxuyaniyê bûn. Hevseroka DEM Partiyê ya Bajar Helîn Kaya di daxuyaniyê de got ku êrişa li dijî Çapemeniya Azad, destpêka konsepteke nû ye. 
 
Helîn, binçavkirina rojnamegeran û serdegirtina stûdyoyên TV’an şermezar kir û got: “Hemû rê û rêbazên we têk çûne. Dê polîtîkayên we yên şer, amadekariyên we yên şer û hewldanên we yên ji bo bêdengkirina çapemeniya kurd tenê bi Tirkiyeyê bidin windakirin. Tavilê dev ji vê êrişkariyê berdin. Dê aqûbeta we jî ya yên din cuda nebe.”