Li Dêrsimê 2 kes hatin girtin

  • 11:26 24 Nîsan 2024
  • Rojane
 
DÊRSIM - Li Dêrsimê di serdegirtinên malan de 5 kes hatin binçavkirin, ji van 2 jê hatin girtin. 
 
Li navçeya Qisle ya Dêrsimê û navenda wê di 22’yê nîsanê de bi ser malan de hate girtin û 5 kes hatin binçavkirin. Her 5 kesên piştî karûbarên wan ên li midûriyeta polîsan bi dawî bûn sewqî edliyeyê hatin kirin, ji aliyê dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. 
 
3 kes piştî îfadeyên li dadgehê bi şertê kontrola edlî hatin berdan, Emîne Surgeç û Eylem Surgeç bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “alîkariya rêxistinê” hatin girtin.