Rojnamegerên Mexmûrê: Armanca me derxistina rastiyê ye

  • 11:12 24 Nîsan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevanên Wargeha Mexmûrê bi daxuyaniyekî êrişên li ser çapameniya azad şermezar kirin û gotin: "Tu kes nekare dest dane ser kameraya me û wê tu hêz nekare dengê rastiyê qût bike.”
 
Rojnamevanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyekî êrişên li ser çapameniya azad bi tûndî şermezarkirin. Daxuyanî li Komîteya Malbatên Şehîdan bi tevlîbûna xebatkarên çapameniya azad û xelkê wargehê, bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir.
 
Piştî rêzgirtinê li ser navê xebatkarên çapemeniya Mexmûrê, Hevberdevka Rojnameya Rojev Mexmûr Jiyan Pîran daxuyaniyek da.
 
Daxuyanî wiha ye: 
 
“Wek tê zanîn li Belçîkayê êrişek li ser televîzyonên Sterk TV û Medya Haber TV’yê hat pêkanîn. Hat diyarkirin ku ev êriş bi destê Fransayê hatiye kirin. Heman rojê li Tirkiyeyê jî gelek rojnamevanên çapameniya azad hatin binçavkirin. Ev hêzên ku êrişî çapameniya azad dikin, dixwazin dengê rastiyê bêdeng bikin. Em wek rojnamevanên azad soz didin ku hetim wê armanca me rastî derxistina holê be. Em ê heta dawî şopdarên Gurbetellî Ersoz û Apê Mûsa bin.
 
Di roja me ya îro de her roj êriş li ser civakê çêdibin û rojane sivîl tên qetilkirin. Êrişên ku li ser Çapemaniya Azad a Kurd çêdibin, ji van bûyeran ne qûtin. Em wek xebatkarên çapameniya azad bang li tevahî dost û azadîxwazan dikin, xwedî li çapemeniya azad derbikevin. Her wiha em bang li dewleta Belçîkayê dikin, dest ji van kiryarên xwe yên ku xizmeta dewleta Tirk dike, berdin. Wê ti kes nekare dest dane ser kameraya me û wê ti hêz nekare dengê rastiyê qût bike.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.