Ji xizma girtiyan bang: Daxwazên zarokên me qebûl bikin

  • 09:06 24 Nîsan 2024
  • Rojane
 
AMED - Girtiyên siyasî kampanya ‘Ji Abdullah Ocalan re azad û çareserkirina pirsgirêka’, ji  4’ê Nîsanê şûnde  bi ‘boykotên hevdîtina malbatê, tefon û dadgehê’ veguherandin qonaxeke nû. Xizma girtî Şehrîban Uyanik bang li her aliyê civakê kir ku xwedî li çalakiya girtiyan derkevin.
 
Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li girtîgeha Ewlehiya Bilind a  Îmraliyê girtiye ev 37 meh e tu agahî nayê girtin. Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de, di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn û ji  4’ê Nîsanê ve çalakiya xwe veguherandin qonaxeke nû.
 
Ji Xizma girtiyan Şehrîban Uyanik der barê çalakiya girtiyan de û tecrîdê de axivî.
 
‘Ne dengê keça xwe ne jî yê birayê xwe nabihizîm’
 
Şehrîbanê diyar kir ku keça wê Leyla Uyanik li girtîgeha Jinan a Sîncanê ye û ji 2015’an heta girtiye û ceza lê hatiye birîn. Şehrîbanê wiha dirêjî dayê: “Birayê min Hasan Uyanik jî li girtîgeha Tîpa H ya Erziromê ye. Ji 2014’an de ye girtî ye. Der barê mirina Yasîn Boru û sê kesên din yên di çalakiyên Kobanê de jiyana xwe ji dest dane tê darizandin û tevî delîl tune ye jî cezayê muebeta giran danê. Ji 4’ê Nîsaşê şûnde girtî dernakevin hevdîtinê. Ne bi keça xwe re ne jî bi birayê xwe re nikarim hevdîtinê bikim.”
 
‘Em li pişta wan in’
 
Şehrîbanê bi lêv kir ku ji ber Kurd bûne bedelên giran dane û wiha dirêjî dayê: “Yekane gunehê me Kurdbûna me ye. Ji ber em Kurd in ciwanên me di zindanan de riziyan. Em her tim li pişta  wanin. Em xwe înkar nakin. Em Kurd hatin dinê. Çi dibe bila bibe em ji Kurdbûna xwe dur nakevin.”
 
‘Çeka wan ya herî mezin bedena wan e’
 
Şehrîbanê nirxandina xwe wiha berdewam kir: “Li dijî dijhiqûqiyan girtî ketin grevê. Çeka wan ya herî meizn bedena wan e. Kezeba me dişewite. Em li cihê xwe nikarin bisekinin. Bêguman ew mafdarin. Lê wek dayik kezeba me dişewite. Rayedar nabînin, nabihîzin û naxivin. Daxwaza girtiyan qebûl bibe wê rewşa welat biguhere. Lê mixabin kes tiştekî nake, deng nake. Rayedar li cihê xwe disekinin. Çalakiya girtiyan ketiye astek nû. Em berpirsan rexne dikin. Dibêjin em mislimanin. Lê bila behsa mislimantiyê nekin.”
 
Ji bo girtîgehan bang
 
Şehrîbanê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû kesên xwedî wijdan û rayedaran kir û got: “Barê zarokên me pir girane. Bila berpirsyarî ne tenê li ser milê me û zarokên me bin. Bang li hemû kesên xwedî wijdan û dayikan dikim. Bila xwedî li girtiyan û çalakiya girtiyan derkevin. Bila daxwazên zarokên me bên qebûlkirin.”