Şaredarên AKP’ê bi mîlyonan deyn hişt

  • 09:03 24 Nîsan 2024
  • Rojane
 
Şehrîban Aslan 
 
AMED - Hevşaredara Rêzana Amedê Leyla Ayaz da zanîn ku qeyûman bi israr gotin "Em ê şaredariyek bê deyn bihêlin" lê bi mîyonan deyn hiştine.
 
DEM Partiyê di hilbijartinên 31’ê Adarê de Şaredariya Rezan a Amedê bi rêjeya ji sedî 71.83 dengî girt. Hevşaredar Leyla Ayaz û Sîraç Çelîk ji roja mazbatayên xwe girtin elqeyek mezin a gel dibînin.
 
Hevşaredaran seranserê xebatên hilbijartinên wek gotibûn deriyên xwe heta daweî ji gel re vekirin. Hevşaredar Leyla Ayazê piştî şaredarî bidestxistin, tabloya ku pê re hatin rû hev vegot.
 
Leylayê got bi girseyek mezin û coş mazbata girtine û hatine şaredariyê û got: “Alavên x-ray hebûn. Li ber deriyê şaedariyê nokteyên parastina taybet hebûn. Ji bo polîsan loca hebûn. Me ew rakirin. Me ji gelê xwe re gotibû "Em ê derî heta dawî ji we re vebikin".  Ji roja me mazbata girtin me derî ji gel re negirtin. Gel em tenê nehiştin. Dayik bi tilîliyan derdikevin. Ev me kêfxweş dike.”
 
 
Tenê deynê mehekê yê SGK’ê 50 mîlyon TL ye
 
Leylayê daxuyakirin qeyûm her tim digot "Em ê şaredariyek bê deyn dewr bikin" lê tenê deynê mehekê yê SGK’ê 50 mîlyon e. Leylayê wiha daxuyand: “Deynên bacê, tezmînatên dozên ku welatiyan berê vekirine nehatine dayîn. Ji 100 mîyonî zêdetir deynê bac û tazmînatê heye. Ligel vê nelêrêtiyên şaredariya Rêzan pir dihatin bihistin. Nelêrêtiyên qeyûman hebûn. Em ê lêpirsînan bidin destpêkirin ji bo doz  bê vekirin xebatan bimeşînin.”
 
‘Naveroka navendên jin û ciwanan vala kirine’ 
 
 
Leylayê balkişand ser saziyên jinan û got naveroka saziyan hatiye avlakirin û der barê jinan de tu xebat nehatiye kirin. Leylayê di vê mijarê de jî wiha got: “Navenda Jinan a Kardelenê hîbeyê Kizilayê kirine. Koperatîfa jinan mala jinan hebûn. Naveroka hemûyan hatiye valakirin. Navendên ciwanan dîsa wisa. Hedefa me ev e ku em navendên jin û ciwanan aktîf bikin. Li Rêzan du pirsgirêkên esas yên din hene. Veguhestina bajarvanî û koçkirin. Ev navçe navçeyeke ku pir zêde koç girtiye. Her wiha sala borî redhej çêbû û navçe gelek bi bandor bû. Welatiyên xaniyên wan hilweşiyan û zirar dîtin ji vir derketin. Ji bo veguhestinê xebatên me wê hebin û emê bi STK’yan re hevdîtinan bikin.”
 
‘Em ji bo gelê xwe spas dikin’
 
Leylayê dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku dengên hilbijartinê de hatine dayîn ji bo  polîtîkaya DEM Partiyê hatiye dayîn û wiha dawî lê anî: “Em ji bo hemû gelê xwe spas dikin. Ji roja me mazbata girtin tên serdana me. Vê 5 salên pêş de em ê ji bo gelê xwe ji bo jin û ciwanan xebatên xwe bimeşînin. Em bi hêza ku ji gelê xwe digirin wê bixebitin.”