Li Solothurnê çalakiya protestoyî: Em ê êrîşan vala derxinin

  • 20:10 23 Nîsan 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Solothurn ê Swîsreyê êrîşa li dijî saziyên Kurd ên li Ewropayê bi çalakiyekî hat protesto kirin.
 
Li bajarê Solothurn ê Swîsreyê li dijî êrîş û  polîtîkayên krîmînalîzekirina saziyên Kurdan çalakiyek hate lidarxistin. Çalakî li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (CDK-SO) li ber stasyona trenê ya navendî hat lidarxistin. Di çalakiyê de Endamê Dîwana Hevserokatiyê ya Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) Emrullah Bîngul axivî.  
 
Emrullah destnîşan kir ku armanca êrîşa Belçîka û Fransa yên li ser çapemenî û saziyên Kurd ew e ku destkeftiyên Kurdan ji holê rabikin. Emrullah wiha got: “Gelê Kurd e ku li dijî DAÎŞ’ê têkoşoya û Ewropayê ji vê belayê rizgar kir. Em gelê Kurd û dostên wan di sedsala nû de rê nedin dagirkerî û komkujiyekî nû. Li dijî van êrîşan ku saziyên me dike hedef, hemû mafên xwe yên demokratîk bikarbînin û xwedî li destkeftiyên xwe derbikevin. Çawa ku gelê Kurd li Wanê xwedî li îradeya xwe derket, ew ê van êrîşan jî bi berxwedana topyekûn vala derxin.”
 
Çalakî bi banga mezinkirina berxwedanê bi dawî bû.