Parêzeran îtîrazê binçavkirina rojnamegeran kirin

  • 19:26 23 Nîsan 2024
  • Rojane
STENBOL - Parêzeran ji ber binçavkirina rojnamegeran û bisînorkirina hevdîtina parêzeran a bi binçavkiriyan re îtîraz kirin. 
 
Îro di danê sibehê di encama serdegirtinên malan ên li Stenbol, Enqere û Rihayê de nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mehmet Aslan û Esra Solîn Dal, xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Enes Sezgîn û kedkarên Çapemeniya Azad Saliha Aras, Yeşîm Alici, Beste Argat Balci, Şîrîn Ermîş, Dogan Kaynak û Erdogan Alayumat hatin binçavkirin. Ji bo her 9 rojnamegerên binçavkirî biryara bisînorkirina hevdîtina bi parêzeran re hate dayîn. 
 
‘Ji ber lêpirsînek 2022’an hatine binçavkirin’
 
Parêzerên rojnamegeran Şule Recepoglû û Arzuhan Halîst li dijî biryara biryara nepeniyê ya li ser dosyayê, biryara qedexeya hevdîtinê ya bi parêzeran re ya ji bo 24 saetan û binçavkirina rojnamegeran îtîraz klirin. Parêzerên îtîrazên xwe ji bo bişînin 9’emîn Dadgeriya Cezayên Sulhê û 8’emîn Dadgeriya Cezayên Sulhê, li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê kir. Parêzeran da zanîn ku rojnameger ji ber lêpirsîneke di sala 2022’yan de hatine binçavkirin. 
 
‘Operasyon ji ber sedemên polîtîk hatiye kirin’
 
Di serlêdana îtîrazê de hat gotin ku hêj lêpirsîna di sala 2022’yan de hatiye destpêkirin didomiya ku di 23’yê nîsana 2024’an de ji heman dosyayê bi hinceta “gefa li ser ewlehiya hiqûqê” hatin binçavkirin. Parêzeran gotin ku biryara nepeniyê ya ji bo dosyayê hatiye dayîn nîşan dide ku operasyon ji ber sedemên polîtîk hatiye kirin. Bi domdarî parêzeran da zanîn ku di pêvajoya lêpirsînê ya 2 salan de rojnamegeran jiyana xwe ya rojane domandine û li ser kar û xebata xwe bûn û dikariya bi rêya gazîkirinê îfadeyên wan bihatina girtin.