TJK-E’yê dewleta Belçîka şermezar kir

  • 10:46 23 Nîsan 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E êrişa dewleta Belçîkayê ya li dijî televîzyonên Stêrk TV û Medya Haber TV’ê şermezar kir û banga xwedî li derketinê kir. 
 
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E), serdegirtinên polîsên Belçîkayê yên li dijî Stêrk TV û Medya Haber TV’ê bi daxuyaniyekî şermezar kir.
 
Di daxuyaniya nivîskî de wiha hat gotin: "Em vê êrişa dewleta Belçîkayê ya li dijî televîzyonên Stêrk TV û Medya Haber TV’ê ku dengê Gelê Kurd in, bi tundî şermezar dikin. Dewleta Belçîkayê divê demildest dest ji vê nêzîkatiya antî-demokratîk berde, hurmetê nîşanî azadiya Gelê Kurd bide.”
 
Di daxuyaniyê de ev bang jî hate kirin:
 
“Di serî de jin divê gelê me xwedî li deng û îradeya xwe derbikeve û bikeve nava liv û tevgerê. Divê em xwedî li televîzyonên xwe derkevin û seferber bibin. Em xwedî li deng û îradeya xwe derbikevin.”