'Bêyî berxwedana gel tu tişt nayê bidestxistin'

  • 09:02 23 Nîsan 2024
  • Rojane
 
Oznûr Deger
 
MÊRDÎN - Endamên Meclisa Şaredariyê yên Dem Partiyê, daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kirin û gotin bila tecrîda li girtîgehan bi dawî bibe. Endama Meclisa Şaredariyê ya Dêrikê Naîme Akin Kizilay got, "Bêyî berxwedana gel tu tişt nayê bidestxistin, ger ku hûn êrîşî nirxên me bikin em ê jî bi parastinê bersivê bidin."
 
Girtiyên PKK û PAJK'ê di 27'ê Mijdara 2023'an de di çarçoveya Pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk" dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin û ji 4'ê Nîsanê û pê ve ev çalakî derbasî qonaxeke din kirin gotin, "Tecrîda li ser Rêberê me ya li ser me ye" û bi çalakiya nederketina dadgeh, hevdîtin û redkirina hevdîtina bi telefonê çalakiya xwe didomînin.  Di dema ku girtiyên siyasî bi çalakiyên xwe xwestin bala raya giştî bikşînin ser Îmraliyê, xizmên girtiyan jî Nobeda Edaletê ya li gelek bajarên wekî Mêrdîn, Amed, Êlih, Edene, Stenbol, Mêrsîn  û Wanê  dan destpêkirin û piştre jî bi daxuyaniyekê anîn ziman ku ew ê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin.
 
Endamên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) bal kişandin ser tecrîd û rewşa girtiyan.
 
'Dayikan ji bo azadiya Abdullah Ocalan pêşengî kir'
 
Endama Meclîsa Şaredariya Artukluyê Bêrîvan Bagi diyar kir ku divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan û hemû girtiyan demildest bê bidawîkirin û wiha got: “Tecrîd ne tenê li girtîgehê û li ser girtiyan, li ser malbatên girtiyan jî didome. Dayikan jî berpirsyariya vê pêvajoyê girtin ser milê xwe û çalakiyên girîng ên weke Nobeda Edaletê li dar xistin. Dayikan ji bo azadiya Abdullah Ocalan pêşengiya me kir, parlamenterên me jî bi Meşa Azadiyê bûn dengê vê berxwedana girtiyan. Çalakiyên me her çendî deng vedan jî hê jî encam negirtine. Divê em hemû dengê xwe bilind bikin û bibin dengê girtiyan. Dengê me çiqasî bilind bibe, dê dengê girtiyan jî evqas bê bihîstin."
 
 'Bi taybetî divê jin rabin ser piyan'
 
Endama Meclîsa Şaredariya Dêrikê Şukran Yûzal jî diyar kir ku divê her kes li dijî vê rewşê dengê xwe bilind bike. Şukran destnîşan kir ku ev ne tenê pirsgirêka girtiyên li girtîgehê ye û got, “Divê em hemû rabin ser piyan. Niha ne girtî, divê em kesên li derve jî dest bi greva birçîbûnê bikin. Herî zêde jin bi bandor dibin. Dayik nikarin biçin girtîgehan û zarokên xwe bibînin. Bi taybetî divê jin rabin ser piyan."
 
'Bêyî berxwedana gel tu tişt nayê bidstxistin'
 
Endama Meclîsa Şaredariyê ya Dêrikê Naîme Akin Kizilay jî bi bîr xist ku ev demeke dirêje li girtîgeha tecrîd tê protestokirin û got, “ Divê tecrîd asayî neyê dîtin. Ev rewş bandorê li hemû civakê dike. Krîzeke mezin a civakî heye. Ji ber vê yekê daxwazên girtiyan rewa ne û divê demildest bên qebûlkirin. Divê dewlet guh bide van daxwazan. Her kesê ku ji axa xwe hez dike divê bibe dengê girtiyan. Ji bo bidawîkirina tecrîdê divê tecrîd ji civakê re baş bê ravekirin. Çawa ku li Wanê gel li dijî desteserkirina îradeyê derket û daxwaza îradeya xwe kir, divê  li dijî tecrîdê jî bi heman rengî tevbigere. Ji bo vê jî divê di zûtirîn demê de tevdîr bên girtin. Bêyî berxwedana gel tu tişt nayê bidestxisitn. Eger hûn êrîşî nirxên me bikin em ê bi berxwedanê bersivê bidin."