Nobeta Malbata Şenyaşar di roja 81'ê de ye

  • 16:27 20 Nîsan 2024
  • Rojane
 
ENQERE - Emîne Şenyaşar di Nobeta Edaletê de careke dinê daxwazên xwe anî ziman. 
 
Parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di êrişê de hevjîn û du kurên wê hatibûn qetikirin li Enqereyê li ber Wezareta Dadê didome. Emîne Şenyaşar û kurê wê parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Ferît Şenyaşar bi hev re nobet girtin. Gelek kes çûn serdana nobetê. 
 
Emîneyê tevî baranê jî li ber Wezareta Dadê sekinî û careke dinê daxwazên xwe anî ziman. Emîneyê xwest kurê wê yê girtî bê berdan. 
 
Ji ber baranê Emîneyê mecbûr ma nobeta xwe zû biqedîne.