Gotubêja 'Pêşketina dîrokî ya şanoyê' hat lidarxistin

  • 14:06 20 Nîsan 2024
  • Çand û Huner
 
AMED - Nivîskar Sureyya Karacabey a ji Beşa Şanoyê ya DTCF'ê ya Enqereyê hat îxraçkirin li Mîhrîcana Şanoya Amedê li ser pêşketina dîrokî ya şanoyê, guhertina şanoyê û girîngiya wê gotubêj pêk anî. 
 
Festîvala Şanoyê ya Amedê ya 9'emîn a Şanoya Bajarê Amedê li dar dixe di roja 3'yem de dewam dike. Di çarçoveya festîvalê de îro li Çand Ma'yê gotubêj hat lidarxistin. Gelek şanoger, saziyên civaka sîvîl û welatî tevli gotubêjê bû. Nivîskar Sureyya Karacabey a ji Beşa Şanoyê ya DTCF'ê ya Enqereyê hat îxraçkirin li Mîhrîcana Şanoya Amedê li ser pêşketina dîrokî ya şanoyê, guhertina şanoyê û girîngiya wê gotubêj pêk anî. 
 
Sureyyayê li vir bal kişand ser rola mitolojiyê ya şanoyê û behsa dîroka têgehên şanoyê û koka wê kir. Her wiha Sureyyayê li ser pêşketina dîrokî ya şanoyê, guhertina şanoyê û girîngiya wê axivî. 
 
Sureyyayê da zanîn li gor salên 1970'ê nêrîna polîtîk guheriye û got demeke şanoyê heye.