Tulay Hatîmogullari: Bila çavên me li sindoqan bin

  • 17:31 29 Adar 2024
  • Ramyarî
MÛŞ-Hevseroka Giştî ya DEM partiyê Tulay Hatîmogullari ku li Mûşê bi muşahîd û peywirdarên sindoqê re  hat gel hev ev bang kir: “Bila 31’ê Adarê de çav û gûhê me li ser sindoqan bin.”
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari piştî hevdîtina Kopê şûnde derbasî Mûşê bû û di têketina Mûşê de bi coşek mezin hat pêşwazîkirin. Heyet bi konvoyek dirêj ket bajar û gel eleqeyek mezin nişan da. Tulay li lobiya otele bi muşahîd û peywirdarên sindoqê re hatin gel hev û der barê ewlehiya sindoqan de axivî.
 
Tulayê da zanîn ku  ji hilbijartinan re saet mane û bang li hemû gel kir ku xwedî li sindoqan derkevin. Tulayê wiha got: “Em ê sindoqên xwe biparêzin. Hewce bike em ê birçî bimînin lê em ê sindoqan biparêzin. Em destur nedin xîleyan. Em ê nobetan bigirin, em ligel çewalên dengan bin. Em neyên provakasyonan û em ê 31’ê Adarê bi serkeftinê tacîdar bikin. Bila çavên we li sindoqan bin.”