'Rêya me ya sêyem e, malbata me DEM Partî ye'

  • 16:20 29 Adar 2024
  • Ramyarî
 
 
ŞIRNEX - Siyasetmedara kurd Leyla Zana ya ku li Şirnexê di xebatên hilbijartinê de axivî got malbata wan a herî mezin DEM Partî ye. 
 
Piştî hevdîtina DEM Partiyê ya bi gel re ya li Dêrgulê ya Şirnexê vê carê heyeta bi siyasetmedara kurd Leyla Zana re berê xwe dan Şirnexê. Heyet û Leyla Zana li avahiya DEM Partiyê ya Şirnexê bi meşala û kulîlkan hatin pêşwazîkirin. Piştre ber bi buroya hilbijartinê ya li sûka nû meş pêk hat. Di meşê de dirûşmên "Leyla Zana rûmeta me ye","Dengê me namûsa me ye namûs nayê firotin","Em ê bi serhildanê bi ser bikevin" hatin berzkirin. 
 
'Rêya me ya sêyem e, malbata me DEM Partî ye'
 
Bi sedan kesên li ber buroya hilbijartinê heyet bi çepikan pêşwazî kirin. Leylayê ya li vir axivî da zanîn di salên 90'î de di siyasetê de jinek bû lê belê niha bûne milyon û got heta jin azad nebin civak jî azad nabe. Leylayê got:"Hûn ji berê bi coştir in. Ev ji bo me ne tenê hilbijartin e em ê deng bidin hebûn an nebûna xwe. Bila kes çav bera îradeya we nede. Em Şirnexê nadin, Şirnex mala me ye. Şirnex ji bo me cihekî cuda ye. Şirnex kela jinan kela Botanê ye. Rêya me ya sêyem e, malbata me DEM Partî ye."
 
'Welleh em hene'
 
Leylayê da zanîn ew ne koleyê bavê kesî ne û wiha pê de çû:"Bi salan e me tune dihesibînin keda me dizîn axa me ji destên me girtin. Îradeya me di destên me de maye lê çav bera îradeya me jî dane. Tiştekî ku bidin vî gelî nema ye. Werin em li dijî vana bibin yek. Wê heta kengî ev zilm dewam bike ? Welleh em hene."
 
'Malbata me ya herî mezin DEM Partî ye'
 
Leylayê da zanîn dibêjin Stenbolê wir û vir bidin me û wiha got:"Ma qey em deyndarê we ne ? Lê belê nikarin êdî me bixapînin. Serjimara Kurdistanê li her derê Tirkiyeyê ye. Em ê bi destên hevdu bigirin. Malbata me ya herî mezin DEM Partî ye. Em ne mûhtacê kesî ne. Ev welat têk birin. Îro li vî welatî kesên 70 salî dikevin dora nên. Ev şerm e. Ev şerma îktidarê ye. Lê belê em bawer dikin em ê bi ser bikevin."
 
Piştî axaftina Leylayê bi sedan kes ber bi rêxistina DEM Partiyê ya Bajêr ve meşiyan û dirûşmên "Şirnex a me ye","Deng namûs e namûs nayê firotin","Jin jiyan azadî" berz kirin. 
 
Heyet piştre derbasî naçveya Qilebana Şirnexê bû.