Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin

  • 11:42 29 Adar 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girava Îmraliyê tên ragirtin û 37 meh in tu agahî jê nayên girtin, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.  
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û 37 meh in tu agahî jê nayên girtin. Birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlum Dînç ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. Her wiha birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş, Melîhe Çetîn jî ji bo hevdîtinên serî li serdozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.
  
Mafê hevdîtinê yê Abdullah Ocalan ê bi malbat û parêzeran re bi hincetên “cezayên disiplînê” tên astengkirin. Di navbera salên 2021-2023’yan de her yek jê ji bo 3 mehan herî kêm 10 cezayên disiplînê li Abdullah Ocalan û girtiyên din hatin birîn û mafê wan ê hevdîtinê hate astengkirin. Sedema van cezayên dîsiplînê û nimreyên dosyayê tevî hemû serlêdan û îtîrazan bi parêzeran re nayê parvekirin. 
 
Di encama serlêdanên ku parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê li Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê kirin de ji aliyê dadgehê ve hate diyarkirin ku di 18'ê tebaxa 2021'an de 3 meh, di 3'yê sibata 2022'yan de 3 meh, di 31'ê gulana 2022'yan de 3 meh, di 9'ê îlona 2022'yan de 3 meh cezayên dîsiplînê hatine dayîn. 
 
Parêzeran di 10’ê tîrmeha 2023’yan de serlêdan kir û dadgeriyê di 19’ê tîrmehê de bersiv da parêzeran. Dadgerî, bêyî ku dîroka wê destnîşan bike got ku cezayê disiplînê yê ji bo 3 mehan hatiye birîn. Parêzeran herî dawî jî di 10’ê cotmeha 2023’yan de serî li dadgeriyê da. Ji bo hevdîtina bi malbatan re serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê hate dayîn û dadgehê di 13’ê cotmehê de bersiv da serlêdanê. Dadgehê got ku cezayekî nû yê disiplînê li Abdullah Ocalan û girtiyên din hatiye birîn. 
 
Dadgeriyê, sedema parvenekirina hejmara dosyaya cezayê disiplînê jî weke “dê li ser çapemeniyê were parvekirin” nîşan da.