Dê sindok çawa bên parastin?

  • 09:07 29 Adar 2024
  • Rojane
 
AMED - Ji hilbijartinan re demek kurt ma û DEM Partî xebatên xwe bê navber dimeşîne û bal dikşîne ser ewlehiya sindoqan. Parêzer Ozum Vurgun girîngiya ewlehiya sindoqan vegot û hevseroka DEM Partî ya Amedê Pinar Sakik Tekîn jî bang li hilbijêran kir.
 
Ji hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de çend roj man û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) xebatên xwe bê navber didomîne. Partî li aliyekî din jî banga xwedî derketina li dengan û sindoqan dike. Endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Ozum Vurgun û hevseroka DEM Partî ya Amedê Pinar Sakik Tekîn der barê ewlehiya sindoqan de axivîn.
 
Ozumê daxuyakirin ku ji bo ewlehiya sindoqan partiye perwerde dane muşahîdên xwe û wiha got: “Ji muşahidiyê wêdetir; bikranîna denga di kabîna veşarî de ye. Di kabîna vekirî de deng nayên bikaranîn. Her wiha ji bilî astengdarên nebine, astengdarên din û kal û pîr, dema dengan bikar tînin xizmên wan jî nikarin bikevin kabînê. Divê serokê sindoqê jî bêyî bikeve kabînê bi deng rê bide ber û cihê partiyan jê re beje ku hilbijêr mohra xwe lê bide. Lê di vir de hem gel hem jî hilbijêr divê vê bikin; Gelek hilbijêrên veguhestî anîne Pîran, Pasûr û Gêlê. Li van herêman divê hîn bêtir tedbir bên girtin. Divê welatî xwedî li dengên xwe derkevin.”
 
‘Bi hêzên ewlehiyê re çek divê tunebe’
 
Ozumê, destnîşan kir ku li Amedê yek ji pirsgirêka din ya mezin ji bilî cejnderme û hêzên ewlehiyê, kes bi çekan li dibistanên navçeyan e û wiha dirêjî daye: “Divê bi hêzên ewlehiyê re jî çekd tunebin û li gel peywirdarên sindoqê rûnenin. Heta zabita jî têde divê unîformayî li dibistanan tunebin. Hêzên ewlehiyê bêyî çek dikari li qadê bigerin. Di rewşeke neyînî de berpirse ku pirsgisrêkê çareser bikin.”
 
Piştî bikaranînan dengan divê çi bê kirin?
 
Ozumê, daxuyand ku girtekên îmzeya şil girîng in û wiha dawî lê anî: “Di muşahîdan de dema pusulayên dengan dibin divê di wesayîtê d eji her partiye peywirdarek hebe. Vê qebûl nakin lê divê di wesayîtê de hebin. Heta diçe YSK’ê divê wesayît bê şopandin. Yanî her çavdêriyê partiye dikare li wir bin. Di qanûnê de ev aşkeraye. Divê li jimartina dengan baldar bin. Divê her hilbijêr ji bo parastina denga xwe li dibistanan bin. Her wihali Kurdistanê pergala cerdevaniyê pir zede ye. Heta ku peywir ji bo wan neyê dayîn nikarin bikevin dibistanan.”
 
‘Encama 31’ê Adarê wê bandor li 5 salan bike’
 
Pinar Sakik Tekîn jî got wek DEM Partî amadekariyên xwe yên hilbijartinan didomînin û got: “Ev hilbijartin ji bo me pir girîng e. Di 2019’an de li cihên ku me bi rêjeyek kêm winda kir, desthilatdariyê hilbijêrên veguhestine. Bêguman ev rewşeke ku nayê qebûlkirinê ye. Ev 8 sale îradeya me tê xespkirin. Qeyûm tên dayînkirin. Lê encama 31’ê Adarê wê bandor li 5 salên me bike. Ji ber vê partiya me dixwaze ku hilbijêr biçin ser sindoqan. Partiya me ji bo kesên ne li Amedê ne û ji bo bên derfet dide. Heta niha 2 hezar kesên li derve serlêdan kirine. Hîna serlêdan neqedyane. Hîna gelek kes xwe digihînin me.”
 
‘Em ji bo nasnameya xwe biçin ser sindoqan’
 
Pinarê, destnîşan kir ku bi salan e li welat hilbijartin pêk tên û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Her hilbijartinê de desthilatdarî xîleyan dikin. Pêvajoya hilbijartinê de me bi gelê xwe re xebat meşandin. Banga me ji bo gelê me ev e; 31’ê Adarê de biçin ser sindoqan û denga xwe bikar bînin, xwedî li nasname, çand û zimanê xwe derkevin. Em ji bo îradeya xwe biçin ser wê sindoqê.”