Li Têkor û Bazarcixê hevdîtina bi gel re

  • 15:03 28 Adar 2024
  • Rojane
 
 
QERS - DEM Parti di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Têkor û Bazarcixê bi gel re ba hevdu. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li vir da zanîn dengê ku ji derveyî DEM Partiyê ji bo partiyên din bên bikaranîn wê here ji Devlet Bahçelî wê here ji kesên nîjadperest, şovenîzmê û kesên gelê kurd red dikin û heqaretê li Şêx Seîd dikin û got:"Wê gelê Têkorê xwedî li rûmet û îradeya xwe derkeve û şaredariyan bi dest bixe."
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Parti) ya Qersê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Bazarcixê bi gel re tê ba hevdu. Wê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî tevli hevdîtinê bû. Hevdîtina gel li Bazarcixa navçeya Dîgora Qersê û li Têkorê pêk hat. 
 
Bazarcıx
 
Tuncer di destpêkê de çû bajaroka Bazarcixê. Namzetên hevşaredariya Qersê Arzu Savaş Derman, Kenan Karahanci, Namzetên hevşaredariya Bajaroka Bazarcixê Ayten Yardimciel û Husnu Anci jî li gel Tuncer bi gel re hatin ba hevdu. Bi sedan kes li ber avahiya partiyê hatin gel hevdu. Tuncer û kesên li gel wî bi çepik û lîrandinê hatin pêşwazîkirin. 
 
Li vir Tuncer da zanîn wê Bazarcix destûrê nede qeyûman û got Bazarcix bajarê jinên dibêjin "Jin jiyan azadî" ye. Tuncer bi lêv kir ku Bazarcixê têkoşîn û serhildan hînî wan kiriye û got li pêşiya wan hilbijartineke girîng heye loma jî ew ê li dijî zihniyeta wan tune dihesibînin bixebitin û dengekî mezin bigirin. 
 
Welatiyan bi dirûşma "Em ê bi serhildanê bi ser bikevin" û bi çepik û tilîliyan Tuncer û heyeta pê re ber bi Têkorê ve oxir kirin. 
 
Têkor
 
Welatiyan bi gelek wesayitan Tuncer û heyeta li gel wî pêşwazî kirin. Heyeta heta avahiya DEM Partiyê bi konvoyê hat. Heyet li ber avahiya partiyê ji aliyê Hevşaredarên Têkorê Ulker Ozatik û Adem Oyman ve û ji aliyê gelek welatiyan ve hatin bi çepik û tilîliyan hatin pêşwazîkirin. 
 
Tuncer da zanîn ew biçin ku derê jî navên Bazarcix û Têkorê bi rêzdarî tên pêşwazîkirin û got gundê we hatin şewitandin, hûn avêtin girtîgehan, hûn hatin sirgunkirin lê belê we dîsa jî dev ji têkoşînê berneda. 
 
Tuncer da zanîn ew ê di hilbijartinan de şaredariyan bi dest bixin û got namzetên DEM Partiyê ji bo ziman, çand, têkoşîn û xizmetê dixebitin. 
 
Tuncer da zanîn dema xwedîderketina li berdêlên hatine dayin e û got kesên heqaretê li welatiyan û Şêx Saîd dikin wê biçin.