Komeleya Jinan a STAR rêveberiya xwe ya nû diyar kir

  • 14:03 28 Adar 2024
  • Rojane
 
WAN -  Komeleya Jinan a STAR bi dirûşma “Jin bi hevr re xurt e” 3'yemîn Kongreya xwe ya Awarte li dar xist. Di kongreyê de rêveberiya nû diyar bû û peyama mezinkirina têkoşîn û piştevaniyê hat dayin. 
 
Komeleya Jinan a STAR bi dirûşma “Jin bi hevr re xurt e” 3'yemîn Kongreya xwe ya Awarte li Wanê li dar xist. Di kongreyê de Meryema Aslan wiha got:"Xwedîderketina li jiyanê ya di rabirdûyê de, parastina mejiyê derbarê wê de di her mijarê de girîng e. Ev yek ji têkoşîna girîng a jina ye jî. "
 
Meryema da zanîn komeleya wan ji bo cihêkariya li hemberî jinan rabe dixebite û got ji bo jin li her qadên jiyanê bi hêz bibin ew ê xebatên xwe bidomînin. 
 
Meryama diyar kir ku ew ê di xebatan de zimanê Kurdî esas bigirin û got ew ê wekî Komeleya Jinan a STAR ji bo jinan mekanîzmayên çareseriyê pêş bixin. 
 
Meryema bi lêv kir ku divê jin di navenda rêveberiyên herêmî de cihê xwe bigirin û got ji bo tundiya li ser jinan bi dawî bibe û ji bo ximzeta ji bo jinan rêveberiyên herêmî, şaredarî girîng in. 
 
Meryema da zanîn bi polîtîkayên qeyûman ev 8 sal in êriş pêk tên û got ew ê tora xebatên xwe berfireh bikin. 
 
Zeynep Demir bû seroka Komeleya Jinan a STAR
 
Parêzer Zeynep Demir bû seroka Komeleya Jinan a STAR. Navên endamên Lijneya Rêveberiyê jî wiha ne:"Sevgi Ozdinç, Leyla Abukan, Serap Guvenç, Ruken Ay." Meryema Aslan, Zeynep Tagtekin, Sevda Îmret, Pevrin Ozgur, Aynur Abukan wekî endamên yedek hatin hilbijartin. 
 
Kongre, bi dirûşma “Jin jiyan azadî”, çepik û tilîliyan bi dawî bû.