Li Şirnexê serdegirtinên malan

  • 10:41 27 Adar 2024
  • Rojane
ŞIRNEX - Di serdegirtina malan a li Şirnexê û navçeyên wê de 8 kes hatin binçavkirin. 
 
Polîsan di saetên serê sibê de li Şirnex û navçeyên wê yên Silopiya û Cizîrê bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtina malan de Zeliha Ogûz, Mizgin Kaya, Dîlan Danker, Nûrcan Ayas, Şehriban Rûvanas, Muhammed Yanar, Suphan Ergun  û Mustafa Biliç hatin binçavkirin. Kesên ku hatine binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Şirnexê. 
 
Sedema binçavkirinan nehate zanîn.