Li Şirnexê serdegirtinên malan 2024-03-27 10:41:35   ŞIRNEX - Di serdegirtina malan a li Şirnexê û navçeyên wê de 8 kes hatin binçavkirin.    Polîsan di saetên serê sibê de li Şirnex û navçeyên wê yên Silopiya û Cizîrê bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtina malan de Zeliha Ogûz, Mizgin Kaya, Dîlan Danker, Nûrcan Ayas, Şehriban Rûvanas, Muhammed Yanar, Suphan Ergun  û Mustafa Biliç hatin binçavkirin. Kesên ku hatine binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Şirnexê.    Sedema binçavkirinan nehate zanîn.