Li Hezroyê du gund 3 roj in di bin dorpêçê de man

  • 10:38 27 Adar 2024
  • Rojane
AMED - Li gundê Helhel yê navçeya Hezroyê operasyona leşkerî hate destpêkirin.
 
Li bejahiya gundên Dercal û Bazmar yên girêdayî navçeya Hezro ya Amedê di 24’ê adarê de operasyona leşkerî hatibû destpêkirin. Operasyona leşkerî û dorpêçkirina li gundan, piştî 3 rojan bi dawî bû. Di dema dorpêçkirinê de bi ser gelek malan de hatibû girtin.
 
Li gundên ku bahsa wan tê kirin, dorpêç bi dawî bû, lê li bejahiya gundê Helhelê operasyona leşkerî hat destpêkirin. Hat hînkirin ku der û dora gund jî hatiye dorpêçkirin.