Namzetên Şirnexê: Gel wê tiştên aydê xwe bigire

  • 09:04 27 Adar 2024
  • Ramyarî
 
Dîlan Babat
 
ŞIRNEX - Nazmetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Şirnexê tevî hemû nelêrêtiyên AKP’ê xebatên xwe didomîne û diyar kirin ku wê tiştên aydê gel şûnde bigirin û vê di hemû hevdîtinên bi gel re tînin ziman.
 
Di 2015’an de li Şirnexê piştî îlankirina rêveberiyên xweser di çarçoveya polîtîkayên şerê taybet de  qedexeyên derketina derve jî tê de gelek pêkanîn li navenda bajar û navçeyên wê pêk hatin, roj bi roj zêde bûn. Di hilbijartinên herêmî yên 2019’an de AKP’ê bi hilbijêrên xeyalî Şirnex girt û serokomarê AKP’î Tayyî Erdogan gotibû ‘Me Stenbol winda kir lê me Şirnex girt.’
 
Li aliyê din hat hînbûn ku namzetê şaredariya Şirnexê yê AKP’î Mehmet Yarka ji bo dengan bigire alavan ligel belav dike û ev li ser hesabê çapemeniya civakî parve kir.
 
8 hezar û 287 hilbijêrên xeyalî
 
AKP ku Şirnexê wek ‘mijara dewletê’ dibîne, div ê hilbijartinê de 8 hezar û 287 hilbijêrên xeyalî veguhest Şirnexê. Piranî ji van ji Sêwas û Hatayê birine wir û piranî ji van berê li Cizîr û Sîlopiyê pewyirdar bûne. DEM partiyê li ser vê îtîraz kir lê nehatin qebûlkirin. li taxên Yeşîlyurt û Yenî Mahale tedbîrên parastina sindoqan zêdetir bê girtin.
 
69 hezar hilbijêr diçin sindoqan
 
Ji hilbijartinan re çend roj mane û koordinasyona hilbijartinê li kîjan dibistanê çend sindoq tên avakirin, nirxandinan dike û der barê hilbijêrên xeyalî de jî Baroya Şirnexê û aliyên din dan û stnadinan dikin. Li gorî aghaiyên koordinasyona hilbijartinê li Şirnexê 49 tax û 69 hezar hilbijêr hene. Li Şirnex û gundên wê tevahî wê 228 sindoq bên avakirin. Li her dibistanê sê peywirdar hebin û 55 muşahîh hebin. DEM Partî wê maseya krîzê ava bike. 
 
Xebat didomin
 
Namzetên hevşardariyê yên Şirnexê Berîvan Kutlu û Haci Sultan xebatên xwe ji roja starta hilbijartinê hatiye dayîn didomînn, tax bi tax, mal bi mal kolan bi kolan digerin. Eleqeya gel ji bo namzetan pir zêde ye. Şêniyên bajêr ku li dijî xespkirina mafên wan bi hêrsin diyar dikin ku wê ya aydê xwe şûnde bigirin û ji bo vê jî di xebateke mezin de ne.