Heta bibe hezar vîdeo dê kampanya bidome

  • 09:08 28 Nîsan 2024
  • Rojane
 
 
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Endama TJK-E’yê Kezban Dogan, derbarê du kampanyayên ku di çarçoveya pêngava ji Abdullah Ocalan azadiya fîzîkî de hatî destpêkirin de got: “Felsefeya Rêber Apo jiyana jinan guhert. Jinên ku jiyana wan guheriye vîdeoyan dikşînin û ji ser çapemeniya civakî dişînin. Divê ji bo çareseriyê hemû rê bên cerîbandin."
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 25 sale li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê girtiye, 38 meh in tu agahî jê nayê girtin. Pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" ya bi armanca azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin di asta duyemîn de didome. Di çarçoveya kampanya hatiye destpêkirin de li Ewropayê Tevgera Jinên Kurd jî kampanyayan pêk tîne. Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) kampanya "Hezar jin, yek deng" û kampanya ji CPT re name şandin dan destpêkirin û xebatên xwe didomînin.
 
Endama TJK-E’yê Kezban Dogan derbarê xebatên dimeşînin de ji ajansa me re axivî.
 
‘Heta bibe hezar vîdeo wê kampanya bidome’
 
Kezbanê daxuyakirin ku piştî pêngavê TJK-E’yê  bi navê "Wê azadî bi ser keve" forumek navneteweyî pêk anîne û ji bo pêngav bi serkeftinê encam bibe nîqaş meşandine û piştre dest bi kampanyayan kirine û wiha got: “Kampanya ‘Hezar jin, yek deng’ kampanyayek çarçoveya pêngavê de ye. Armanca vê kampanyayê ev bû fikrên Rêber Apo çawa li cîhanê belav bûye. Fikrên Rêber Apo çawa xwe gîhandiye jinan. Me xwest em vê derxin holê. Ji bo jinan Abdullah Ocalan çi îfade dike? Me ev pirsî. Li her derê cîhanê fikrên Rêber Apo çawa bandor li jiyana jinan kiriye. Niha me ji 300’î zêdetir vîdeo kom kir. Heta bibe hezar vîdeo wê kampanya bidome. Di van vîdeooyan de me dît ku Rêber Apo azadî diyariyê jinan kiriye.”
 
Namet CPT’yê didin zorê
 
Kezbanê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku 25 sale li ber CPT çalakiyan pêk tînin û hevdîtin dikin. Kezbanê wiha bi lêv kir: “CPT berê kêm be jî agahî dida. Lê pêvajoya dawî de vê nake. Em dixwazin CPT teşhîr bikin. Di 2022’yan de CPT çû Tirkiyeyê û got çûye Îmraliyê. Lê piştre derket holê ku hevdîtin nehatiye kirin. Di serdana 2024’an de navê Îmraliyê derbas nebû. Pêknehatina hevdîtinê nîşan dide ku piştgiriyê didin polîtîkayên Tirkiyeyê û tecrîdê. Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Îbrahîm Bîlmez, piştî hevdîtina bi CPT re şûnde di roportaja ku daye de, da zanîn ku CPT ji namzeyên ji zindanên Tirkiyeyê diçin nerehete û wan dide zorê. Em jî wek TJK-E bi biryarin ku kutiyên postayê tije name bikin.  Me starta kampanya namzeyan di 19’ê Nîsanê de li Berlînê da û wê çar mehan bidome. Heta niha bi sedan name hatine şandin.”
 
‘Divê şerê şoreşger yê gel bibe civakî’
 
Kezbanê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji Swîsre, Fransa, Almanya, Îskandînavya, Kanada, Belçîka, Hollanda û ji gelek welatên din name hatin şandin. Di çarçoveya 'Hezar jin û yek deng e’ ji her derê cîhanê name tên. Di serî de ji Kurdistan, ji Latîn Amerîka, Afrîka, Hîndîstan, Pakîstan, Yewnanîstan gelek welatên din vîdeo tên.  Felsefeya Rêber Apo jiyana jinan guhert. Jinên ku jiyana wan guheriye vîdeoyan dikşînin û ji ser çapemeniya civakî dişînin. Dema em dibêjin azadiya Rêber Apo em azadiya xwe îfade dikin. Ne tenê Rêber Apo Gelê Kurd û hemû jin tên tecrîdkirin. Ev kampanya bêguman têr nakin. Divê şerê şoreşger yê gel bibe civakî. Divê ji bo çareseriyê hemû rê bên cerebandin.”