Nukhet Sîrman hat berdan

  • 22:10 26 Adar 2024
  • Rojane
MERSÎN - Endama Beşa Sosyolojiyê ya Zanîngeha Bogazîçî Prof. Dr. Nukhet Sîrman, bi şerta qedexeya derketina derve û tedbîra kontrola edlî hat berdan.
 
Endama Beşa Sosyolojiyê ya Zanîngeha Bogazîçî û akademîsyena aştiyê Prof. Dr. Nukhet Sîrman, di 23’ê Adarê de di çarçoveya operaysona ji aliyê Midûriyeta Cendermeyan a Mersînê ve hat meşandin li Stenbolê hat binçavkirin û anîn Mersînê.Prof. Dr. Nukhet Sîrman, li Mersînê di dema lêkolîna qada di bin bana Lêkolîna Dîssensus de bi hinceta bi kesê hevdîtin kiriye re li Stenbolê hatibû binçavkirin. 
 
Piştî îfadeyê bi şerta qedexeya derketina derve û tedbîra kontrola edlî hat berdan.