Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê bi dawî bû

  • 13:53 28 Nîsan 2024
  • Çand û Huner
 
 
AMED - 9'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê bi lîstika Gomîdas a ku li Dêra Ermeniyan a Surp Giragos hat lîstin bi dawî bû.
 
Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê ku îsal ji aliyê Şanoya Bajêr a Amedê ve cara 9’emîn tê lidarxistin, duh bi şev bi dawî bû. Di çarçoveya mîhrîcana ku bi şîara “Bi hebûna xwe, bi xwebûna xwe/ Bi hebûna xwe, bi nasnameya xwe” hat lidarxistin, lîstikên 18 komên şanoyê hatin pêşandan. Mîhrîcan duh bi şev bi pêşkêşkirina Gomîdas bi dawî bû. Lîstika Gomîdas a yek kesî li Dêra Ermeniyan a Surp Giragos hat lîstin.
 
Lîstika ku ji aliyê Şanoya Yolcu ve hat lîstin û derhêneriya  wê Ahmet Samî Ozbudak kiribû eleqeyek mezin dît, bi sedan kesî  100 deqeyî  lîstik temaşe kirin.
 
Yek ji lîstikvanên Şanoya Bajêr a Amedê Ozcan Ateş di axaftina dawîn a mîhrîcanê de spasiya hemû saziyên ku keda wan di mîhrîcanê de heye kir. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun jî plaket da kesên ku keda wan di lîstikê de heye û spasiya wan kir.