Emîne Şenyaşar daxwaza edeletê dubare kir

  • 21:31 26 Adar 2024
  • Rojane
ENQERE- Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê ya li ber Wezareta Dadê di roja 62'yemîn de didome. Îro welatiyên enqereyî serdana çalakiyê kirin. 
 
Parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatibûn qetikirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji êrişê bi birîndarî xelas bûbû, Nobeta Edaletê veguhestibûn pêşiya Wezareta Dadê. Nobet, di roja 62’yan de berdewam kir. Emîne Şenyaşar a bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re hat ber Wezareta Dadê, îro jî daxwaza edaletê kir. 
 
Malbata Şenyaşarê piştî çalakiya rûniştinê, fitariya xwe kir û paşê tevî welatiyên enqereyî ji ber wezaretê çû.