Rojnameger Bêrîtan Zagros: Hewlêr ji bo kurdan ne cihekî bi ewle ye

  • 09:05 2 Hezîran 2023
  • Rojane
 
Rojda Aydin  
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Bêrîtan Zagros, diyar kir ku heta niha derbarê kujerê Endama Akademiya Jîneolojiyê û rojnameger Nagîhan Akarsel de tu agahî nehatiye dayîn û got: "Kujerên siyasetmedar, welatparêz û rojnamegeran direvîn Hewlêrê. Reva wan a li Hewlêrê ne tesadûfiyê. Hewlêr ji bo gelê başûr ü jî ji bo kurdan bi giştî ne cihekî ewle ye."
 
Êrişên dewleta Tirk ên li hemberî başûrê Kurdistanê bênavber dewam dike û her wiha bi piştevaniya Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) û MÎT ve jî li herêmê polîtîkayên taybet ên şer tên meşandin. Heta îro li Başûr gelek rojnameger, siyasetmedar û akademisyen bi alîkariya PDK’ê ve ji aliyê MÎT’ê ve hatin qetilkirin. Bi taybetî jî siyasetmedarên jin dibin hedef. 
 
Yek jî wan ji hêla MÎT'ê ve hat qetilkirin Endama Akademiya Jîneolojiyê û rojnameger Nagîhan Akarsel e. Nagîhan, di 4’ê cotmeha 2022’yan de li Silêmaniyê hat qetilkirin, di 5’ê gulanê de Asayîşa Silêmaniyê diyar kir ku kujerê Nagîhanê hatiyê girtin. Lê belê ligel ewqas dem derbas bû jî têkildarî kujer de agahiyeke berfireh nehat parvekirin.    
 
Her wiha di heman demê de jî 2’yê gulanê de Siyasetmedara Kurd Azîme Arsûn ji li Balafirgeha Hewlêrê hat binçavkirin. Polîtîkayên li hemberî siyasetmedarên kurd tê meşandin ji hêla sazî û dezgehên sivîl ve hatin şermezarkirin. 
 
Derbarê polîtîkayên ku tê meşandin de rojnameger Bêrîtan Zagros ji ajansa me re axivî. 
 
‘Hewlêr ne ciheke bi ewle û azad e’
 
Bêrîtan, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên PDK'ê ya ku dijminatiya kurdan dike û wiha bi lêv kir: "PDK, desthilatdariya xwe li ser esasê dijbertî û dijminatiya kurd xwedî dike. PDK kujerên kurdan xwedî dike. MÎT, li Hewlêrê xwe bi rêxistin dike, kordînasyona operasyon û îstîxbarata xwe li vir dike. PDK jî li Hewlêrê derfeteke mezin pêşkêşê dewleta tirk û îstîxbaratên navnetewî dike. Destûr nade ku welatparêzên ku sîxûriyê red dikin bijîn. Yên bimînin jî divê bi tu awayî nekevin nava tu çalakiyeke demokratîk û sivîl ya li dijî binpêkirinên mafê mirovan û Tirkiyeyê. Bi vî awayî rê nade çalakiyên herî pasîf jî. Bi sponsoriya dewleta tirk li bajarê ku jêre dibêjin, ‘Paytext’ êrişê li kurdan dikin. Heta li Hewlêrê ji kurdên azadîxwaz re dibêjin ‘terorîst!’ Di van çend salên dawî de bi dehan welatparêzên ji bakurê Kurdistanê dersînorkirin û girtin. Karkerên nexweş tevî malbatên wan dersînorê li Silêmaniyeyê kirin û tu helwesteke cidî li dijî van kiryarên PDK’ê derneket. Berovajî vê hinek kesên xwe kurd bi nav dikin piştevaniya pêkanînên PDK'ê didin. Di rewşa niha de Hewlêr ne ji bo gelê başûrê Kurdistanê, ne jî ji bo kurdan ne ciheke bi ewle û azad e. Lê hêlîneke bi ewle ya dagirkerên Kurdistanê û îstîxbaratên navnetewî ye.”
 
‘Ji bo dagirkeran bi ewle ye...' 
 
Bêrîtan, diyar kir ku Hewlêra ku ji aliyê PDK’ê ve bi temamî hatiye desteserkirin ne ji bo welatparêz û şoreşgerên Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat ciheke bi ewle û azad e û wiha pê de çû: “Ev rewş ji hêla PDK'ê û malbata Barzanî ve derket holê. Herêmên ku di bin kontrola PDK'ê de ne, çalakvan, welatparêz û rojnamevaneke rexnegir nemane. Yan ji neçariyê derdikevin derveyî welat, an girtî ne û yan jî berê xwe dane Iraq û Silêmaniyeyê. Ji bo ev karên tarî yên li herêmê neyên zanîn û gendeliya li herêmê neyê zanîn bi temamî kesên mûxalif û rexnegir nehiştî ne. Organîzasyonên herî mezin ên dijî kurdan, gendelî, fihûş û şerê taybet li Hewlêrê ye. Lê timî balê dikişînin ser herêmên din ên Başûr. Ev jî bi taybetî ji aliyê dewleta tirk û PDK’ê ve tê kirin. Lê balkêşe heya niha jî ji derveyî Tevgera Azadiyê tu hêzeke siyasî ya kurd derneketiye û negotiye bajareke Kurdistan çima xistine xizmeta dagirkeran û ji kurdan re hatiye qedexekirin." 
 
‘Qedexe danîn ser Mexmûrê’
 
Bêrîtan, bi bîr xist ku di 17’ê tîrmeha 2019’an de berpirsekî mezin ê MÎT’ê yê bi navê Osman Kose li restoranta Hokkabazê ya Hewlêrê hate kuştin û wiha axivî: “Ragihandina alîgir û şerê taybet yê PDK’ê heya niha jî ev zilamê operasyonên qetilkirinên kurdan birêve dibir, weke dîplomat bi nav kir û li ser vê yekê êrişên dijî kurdan meşrû kir. Bi tohmeta kuştina berpirsê MÎT’ê du ciwanên Kurd Mazlûm Dag û Abdurahman Er li Hewlêrê girt û cezayê darvekirinê li wan birîn. Ev cezayê darvekirinê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve jî hat erêkirin. Lê ji ber ku li Herêma Kurdistanê cezayê darvekirinê vediguherandine heta hetayî. Ciwanên kurd nehatin darvekirin. Bi îdîayên ku kesên Kose kuştine ji Mexmûrê hatine, hatin û çûyîn û ketin û derketina wargehê qedexe kir. Bi temamî Hewlêr li karker û xwendekarên Mexmûrî re hat qedexekirin. Hemû xelkê wargehê krîmînalîze kirin. Niha jî ev qedexe berdewam dike. Tola Osman Kose ji Mexmûrê derdixin."
 
‘Kujer direvin Hewlêrê’
 
Bêrîtan, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser qetilkirina çalakvan, welatparêz û rojnamegeran ên li Silêmanî û Dihokê: "Kujer demildest berê xwe didin Hewlêrê. Li Hewlêrê amadekarî tên kirin û piştî planên xwe carek din vedigerin herêmên PDK’ê. Heya niha kujerên Mihemed Zekî Çelebî, Yasîn Bulut û Nagîhan Akarsel ên ku xwestine birevin li Hewlêrê xwe gihandine navendên xwe. Rewa wan a li Hewlêrê ne tesadûfiyê. Ligel wêne û agahiyên gelek kujeran hatine parvekirin û deşîfrekirin jî tu hewldanek ji aliyê saziya ku navê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê li xwe dike ve nayên girtin, ev watedar e. Lê heman sazî dikare dest deyne ser maskeyên ji bo xweparastina ji êrişên kîmyewî û hwd.”
 
‘Armanc Tevgera Azadiya Kurdistanê ye' 
 
Bêrîtan, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser armanca siyaseta ku li herêmê tên meşandin: "Di bin vê siyasetê de esas dijbertiya Tevgera Azadiya Kurdistanê, tevlîhevkirina Silêmaniyê û lawazkirina YNK’ê ye. Hewl tê dayîn ku bi van êrişan li sînorê Silêmaniyê YNK’ê tengav bikin, weke PDK’ê bikin û Silêmanî jî ji xwe re bikin Hewlêra duyemîn. Hem dixwazin YNK’ê û Tevgera Azadiya Kurdistanê bînin li hember hev, hem ji dixwazin lawaz bikin û teslîm bigirin. Dixwazin baldariya ku li Hewlêrê ji bo MÎT'ê tê kirin bikişînin herêmek din. Di van salên dawiyê de êriş zêdetir li Çemçemal, Germiyan, Silêmanî û Raperîn çêbûn. Raste pêkanîna van êrişan li herêma Silêmaniyê an jî li herêmên din bi hevkariyên hêzên herêmî nebe nabe. Lê dîsa jî dema ev bûyer tên lêkolînkirin jî PDK û parastin di bin de derdikevin."
 
‘Kujer nayên aşkerekirin’
 
Bêrîtan, destnîşan kir ku divê YNK were rexnekirin di vir de, ew ê ku heya niha kujer an nayên girtin, an digirin eşkere nakin. Bêrîtan, wiha li ser zêde kir: “Yanî heya niha cesareta eşkerekirina van kujeran û pişt perdeya wê nadin nîşandan. Mûmkîn nîne ku nezanin kîjan hêz û dewlet li pişt van êrîşan e. Ev jî gumanên li ser YNK’ê zêdetir dike û wan dixe nav tohmetê û nerazîbûnên zêdetir li hember çêdike. Yanî di rastiyê de ji ber vê siyaseta ne wêrek, planên qirêj yên PDK û dewleta tirk eşkere nabin û dibe sedem ku êriş zêdetir dewam bikin û herêmê bikin herêmeke ne ewle.”
 
‘Aqûbeta kujerê Nagîhanê nayê zanîn' 
 
Bêrîtan, bal kişand ser qetilkirina endama Akademiya Jîneolojiyê û rojnamevan Nagihan Akarsel ku heta niha têkildarî kujertê wê de tu agahî nehatiye parvekirin û wiha behs kir: “Yek ji kesayeta ku li Silêmaniyê hate hedefgirtin endama Akademiya Jineolojiyê û rojnamevan Nagîhan Akarsel bû. Ji xwe Konsolosê Tirkiyeyê ya Bexdayê Ali Riza Guney, di daxuyaniyên xwe de bi eşkereyî negotin wan kiriye jî, lê rojane tehdît û peyamên wan piştrast dikin ku  ev sûîkast ji aliyê wan ve tên kirin. Weke kujerên Yasîn Bûlût, Mamoste Şemal, Mihemed Zekî Çelebî û Hûseyîn Tûrelî kujerên Nagîhan Akarsel jî veşartî tên girtin û nayên eşkerekirin. Li ser zextên jinan, Gelê Kurd û raya giştî kujêrên Nagîhanê di demeke kurt de hêj negihaşt Hewlêrê hat binçavkirin. Lê heta niha jî tu agahiyek derbarê wan de nehatiye aşkerekirin. Yanî em nêzî salvegera wê dibin. Lê hîn jî kujer û yên li pişt êrişê ji raya giştî re ne hatine eşkerekirin û ceza li wan hatiye birîn. Aqûbeta wan nayê zanîn." 
 
‘Bi operasyoneke taybet Azîme hat girtin' 
 
Bêrîtan, diyar kir ku di 2’yê gulanê de siyasetmedara kurd Azîme Arsûn dema ji bo tedaviyê dixwest derbasê derveyî welat bibe ji aliyê PDK’ê ve hat binçavkirin û got: "Hêzên PDK'ê bi hinceta belgeyên ‘sexte’ diyar kirin ku dê Azîmeyê radestî Iraqê bikin. Lê balkêşe ku serê ewîlî Rêveberiya Balafirgeha Hewlêrê ragihand ku kesek wisa nehatiye girtin. Piştre jî gotin, wan li ser daxwaza Rêveberiya Giştî ya Balafirgehên Iraqê girtiye û ew ê teslîmê wan bikin. Li ser hinek hesabên dewleta tirk jî hat diyarkirin ku MÎT li balafirgeha Hewlêrê bi operasyoneke taybet Azîme Arsûn girtine. Bi saya zext û hewldana jinan û berteka raya giştî Azîme Arsûn teslîmê Tirkiyeyê nekirin û radestî Iraqê kirin. Dibe ku derbarê Azîmê de cezayê perê an jî girtîgehê bê dayîn. Nexweşiyên wê yên ciddî hene. Saziyeke tenduristiyê ya navneteweyî ji bo ewlehiya wê û çareseriya pirsgirêka wê ya tenduristiyê dikare Azîme ji Iraqê bigire. Lê heta niha tu gav nehatiya avêtin." 
 
'Nagîhan bi sebreke mezin xebat da meşandin' 
 
Rojnameger Bêrîtan, da zanîn ku PDK bi tu awayî rê nade civaka başûrê Kurdistanê bi fikreke azadîxwaz, jinparêz û demokratîk bê perwerdekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi astengkirina belavkirina pirtûk, akademiyên zanistî, perwerde, çalakî û nekarî pêşî li têkoşîna azadiya jin û têkoşîna demokratîk û netewî ya kurd bigire. Lewma hedefgirtina pêşengên jin û pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê kiriye. Nagîhan, tevî hemû zehmetî û astengiyan jî bi sebreke mezin xebatên Jineolojiyê li başûrê Kurdistanê bi rêxistin kir, bi dehan jin perwerde kir û pêşengên azadîxwaz yên jin ji bo başûrê Kurdistanê amade kir. Heta ku jin li başûrê Kurdistanê azad nebe, wê siyaset ne demokratîk be."
 
'Bi êrişan jinên kurd lawaz nabin' 
 
Bêrîtan Zagros, di axaftina xwe de behsa keda Nagîhanê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ew keda ku hevala Nagîhan Akarsel li başûrê Kurdistanê ji bo perwerdekirina jin û mêran de da niha em berhemên wan dibînin. Jinên başûrê Kurdistanê yên di perwerdeya wê re derbasbûn û pêre jiyane ji xwe re weke nimûneyeke têkoşîn û azadiyê destdigirin. Di vê çarçoveyê de hewldanên ji bo pirtûkxaneya jinên kurd û arşîvê jî gihîştiye astekî û wê dema pêş de ev xebat bibe bingeheke mezin ji bo hemû jinên kurd. Ji ber ku tu carî tevgera jinên kurd bi êrişan lawaz nebûne û bi mezinbûnê bersiva êrişan dane."