Sira agir: Newroz (5)

  • 09:18 20 Adar 2024
  • Dosya
 
Elefteria Fortulakî: Wekheviya gelan pir xweş e
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Elefterîa Fortulakî ku navê wê bi zimanê wê yê dayîkê Yewnanî tê wateya ‘azadiyê’ di Newrozê de bi çalakiya pêk anî veguhert xetereke enternasyonal. Elefterîa bi gotinên ‘wek heviya gelan pir xweşe’ balê dikşîne ser rihê jiyana bi hev re.
 
Newreoz cejna vejîn, berxwedan û hebûnê ya gelê Kurd e. Tevî hemû zext û êrîşan ev kevneşopiya didome, bêyî tiştekî ji xwe kêm bike didome. Ne tenê gelê Kurd, ji Rojhilata Navîn heta Kafkasan li erdnîgariyek berfireh bi wateyên cuda tê venasîn û wek cejn tê pîrozkirin. Newroz ji bo gelê Kurd ev 50 sal zêdetire navekrokek ku têkoşîna azadiyê hîn bêtir mezin kiriye qezenc kiriye. 
 
Newroz ji bo gelê Kurd gelek girînge û jinên Kurd li gorî her demê rota têkoşînê diyar kirine. wek Bînevş, Zekiye, Rahşan, Sema, Bêrîvan, Ronahî û Elefteriya… 
 
Yek ji jinên ku bû Neweroz û tevli vî karwanî bûye Elefterîa Fortulakî ye.
 
Elefterîa Fortulakî ya ji Yewnanistanê bû navê xwe yê bi zimanê wê yê dayîkê tê wateya ‘azadiyê’ bi rihê Newrozê kir ye. Jina enternasyonalîst a Yewnanî Elefterîa Fortulakî ku li Yewnanîstanê îdeolojiya têkoşîna azadiyê nas kir, di 24'ê Adara 2006'an de dema 23 salî bû rojek piştî Newrozê bedena xwe da ber agir û bû Newroz. Çalakiya Elefteriyayê di heman demê de îfadeya ku têkoşîna azadiya Kurd bûye gerdunî jî ye. 
 
Wek Sema, Zekiye, Ronahî-Berîvanê…
 
Elefteriya beriya ku çalakiya xwe pêk bîne nameyek nivîsî û di nameye de armanca xwe çima çalakî pêk aniye bi van gotinan îfade kiribû: “Ez Kurdistanê jî wek welatê xwe dibînim. Ez gelek ji Yewnanîstaanê hez dikim. Lê ez bi qasî zimanê xwe ji kurdî jî hez dikim. Dayik ji bo wekheviya gelan tiştekî xweş e. Gelê kurd ji bo wekheviya gelan têdikoşe. Ez jî wek Zekiye Alkan, Sema Yuce, Ronahî, Bêrîvan û Rahşanê îsal Newrozê pîroz dikim lê hinek dereng mam. Biryarbûna wan gelê kurd xurtir kiriye."
 
 Elefteriyayê di nameya xwe de diyar dikir ku çalakiya xwe ne roja Newrozê çend roj piştî Newrozê pêk aniye û ev hinek dereng nirxandiye. Elefteriya bi çalakiya xwe ya ku dereng dinirxîne, mohra xwe li dîrokê dide. Elefteriya ku 3 rojan piştî Newrozê çalakiyê pêk tîne di 27’ê Adarê de jiyan a xwe ji dets dide û li pey xwe xeteke azadiyê ya jinan a û gelan a enternasyonal dihêle.