Ji bo tayinkirinê xwendekaran çalakî li dar xistin

  • 13:22 29 Gulan 2023
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li ber derê Wezareta Tenduristiyê ya li Bexdayê, bi dehan kesên beşa dixtoriyê qedandine kom bûn û xwestin werin tayînkirin.
 
Li gorî nûçeya Rojnewsê bi dehan kesên beşa dixtorîyê ya zanîngehê qedandine, li ber derê Wezareta Tenduristiyê ya Bexdayê kom bûne û çalakiyek li dar xistine.
 
Li gorî medyaya Iraqê, di çalakiyê de daxwaza tayînkirinê ji hikumet û Wezîrê Tenduristiyê hatiye kirin. Kesên li ber wezaretê kom bûne, dibêjin pêwîst e li gorî zagona 6 ya sala 2000’an ew werin tayînkirin.