‘Divê herî zêde jinên muzîkjen li kolanan bin’

  • 09:02 1 Hezîran 2023
  • Çand û Huner
 
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Jinên piştgiriyek mezin didin civakîbûna muzîkê, diyar kirin ku  muzîk qada azadbûnê diafirîne û gotin divê zêdetir muzîkjenên jin li kolanan bin.
 
Li gelek kolanên Îzmîrê bi saya komên ku muzîkê îcra dikin, hevsengî û qelebaliya bajar bi stranan rengîn dibe. Bi vî awayî hem pereyên qezenc dikin û hem jî piştgiriyê didin civakîbûna muzîkê. Di nav muzîkjenan de xwendekarên ji bo konservatuarê xwe amade dikin jî hene. Yek ji van muzîkjenan a amator ku di van koman de cih digire Rabîa Akiş û Asya Ozkara ye. Her du muzîkjenan banga piştevaniyê kirin.
 
‘Bertekên erênî motîve dike’
 
Xwendekarên ji bo konservatuarê xwe amade dikin komek ji çar kesî pêk tê ava kirine û li Metroya Konakê stranan dibêjin û hem pere qezenc dikin û hem jî ji civakîbûna muzîkê re pêşengiyê dikin. Bi pereyên qezenc dikin jî ekîpmanên xwe digirin. Endama komê Rabîa Akiş da zanîn ku  bertekên erênî yên welatiyan  wan motîve dikin û got: “Yên diecibînin jî hene yên tinazên xwe dikin jî hene. Yên piştgiriyê didin jî hene. Pere nedin jî kenê wan me motîve dike. Ev hêzê dide me. Her wiha welatiyên derbas dibin kêfxweş dibin, kal û pîr derbas dibin. Kêfa wan tê. Ji wan şîroveyên nebaş nayên.”
 
‘Divê piştgirî bê dayîn’
 
Asya Ozkara jî bi lêv kir ku muzîk qada azadiyê diafirîne û kolan jî cihê azadiyê diafirîne. Asyayê ev tişt bi lêv kir: “Ji ber vê divê em li kolanan bin. Ciwan zêdetir muzîka kolanê dikin. Niha em ij Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê qerta muzîkjeniyê digirin û karê xwe dikin. Di vî alî de li gorî min Îzmîr baş e. Divê ji bo muzîsyenan butçeyek bê dayîn. Mînak divê amfî bê girtin. Piştgiriya ekipman pir girînge. Divê ji bo ciwanan piştgirî bê dayîn.”
 
‘Aborî bandorê li ser muzîkjenan jî dike’
 
Asyayê got gelek xwenedekarên ji bo konservatuarê xwe amade dikin hene lê ji ber biha pir zêde ye nikarin biçin qursên amadekariyê û got: “Çûyîna qursan pir zehmet bûye. Hinek konservatuarên dewletê bi awayekî amade dikin. Lê divê nas hebin. Dibêjin bi hunerê hun qezenc nakin. Lê niha di gelek pîşeyan de pere nayê qezenckirin. Muzîkjen jî qezenc nakin. Divê ev bê zêdekirin.”
 
‘Hebûna jinan a li kolanê girîng e’
 
Asyayê wiha dawî lê anî: “Li kolanê hejmara jinên muzîkê dikin pir kêm e. Ev jî me dide zorê. Em muzîkê nekin wê kî bike.  Jin ji jinan bi bandor dibin. Min jî wisa dest pê kir. Hebûna jinan pir girîng e. Divê ji bo muzîk û muzîkjenan piştgirî bê dayîn. Divê hejmara jinên li kolanê muzîkê dikin zêdetir be.”