Di meha Mijdarê de jî tundî ranewestiya: 16 jin hatin qetilkirin

  • 13:58 5 Kanûn 2018
  • Çeteleya Tundîyê
NAVENDA NÛÇEYAN - Di meha Mijdarê de ku 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Jinê ya Navneteweyî bû vê mehê jî herî kêm 16 jin hatin qetilkirin, 8 jin bi tundiyê re rûbirû man û 12 zarok bi êrîşên zayendî re rûbirû hatin hiştin. 
 
Li Tirkiyeyê li dijî tundiya li jinên, kuştina jinan, êrîşa zayendî ya li dijî zarokan û mirina zarokan tu qanûn nehatine çêkirin û cezayê ku li hemberî sûc bibe asteng nehatiye dayîn. Dijberî vê tê dîtin ku bi cezayê tê dayîn re bêhtir teşwîk tê kirin. Di meha mijdarê de jinan bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê, li her derê jinan dengê xwe bilind kir. Lê dewleta mêr careke din tundiya ku dike bi qedexekirina çalakiyên jinan nîşan da. Zîhniyeta ku nikare tehamûlî dengê jinan jî bike di meha Mijdarê de bû sedema kuştina gelek jinan û bû sedema êrşên zayendî ên li zarokan tên kirin.  
 
Li aliyekî din jî Platforma Em ê Kuştinên Jinan rawestînin diyar kir ku li Tirkiyeyê di 10 mehên ewlil ên sla 2018'an de 363 jin hatine qetilkirin.
 
Li gorî daneyên ajnasa me yên ku ji saziyên çapemeniyê kom kirine jî herî kêm di meha Mijdarê de 16 jin hatine qetilkirin, 8 jin jî bi tundiyê re rûbirû mane.  Herwiha 12 zarok bi êrîşa zayendî re rûbirû hatine hiştin û li 2 zarokan jî tundî hatiye kirin. 
 
 
Ev daneyên ku me bidestxistine di rastiya xwe de li gorî hejmara rastîn hejmara herî kêm e.