KCDP: Di meha Cotmehê de 34 jin hatin qetilkirin, tundî zêde bû

  • 12:04 7 Mijdar 2018
  • Çeteleya Tundîyê
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî Rapora KCDP'ê ya meha Cotmehê herî kêm 34 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin, îstîsmara zayendî û tundî zêde bûye. Di raporê de pêkanîna qanûna bi hejmara 6284 hat xwestin.
 
Platforma emê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP), serlêdanên ku ji wan re û li çapemeniyê hatin kirin kom kir û li gorî van daneyan rapora tundiya li dijî jin û zarokan ku hatiye kirin ya meha Cotmehê bi raya giştî re parve kir. Di rporê de hat diyarkirin ku kuştina jinan bê yî gilî dîrek bi raya giştî re hatine parvekirin, lê nûçeyên derbarê hejmara tundiya zayendî û êrîşa  zayendî de di tespîtkirina wan de gelek zahmetî hatine kişandin.
 
Di rapora ku hat xwestin divê saziyên dewletê ên di çarçoveya Peymana Stenbolê de bên tespîtkirin û li gorî vê rêbazên têkoşîna bi tunidyê re bên diyarkirin, lê dadgehên mijara gotinê, ev yek pêk neanîne.  KCDP'ê diyar kir ku ku wan rapora xwe li gorî daneyên tudniyê ku di çapemeniyê û li gorî serlêdanên ku li sazya wan hatine kirin amade kirin, lê daneyên derbarê tundiya zayendî de ji yên ku hatin aşkerakirin gelek zêde ne.   
 
Li gorî rapora KCDP'ê di meha cotmehê ya vê salê de 34 jin hatin qetilkirin, êrîşa zayendî ya li dijî zarokan û tundiya zayendî berdewam kiriye. Li gorî meha borî di meha cotmehê de di warê qetilkirina jinan de kêmbûn heye. Li gorî daneyan mijara kuştina jinan a  vê mehê 13 jê mirinên bi gûman in, 7 jin nehat tespîtkirin ku ji ber çi mirine û 9 jê jî ji ber ku xwestina biryara derbarê xwe de ew bi xwe bidin hatine kuştin.