Di meha Adarê de 25 jin hatin qetilkirin û 269 zarok hatin îstîsmarkirin

  • 10:36 4 Nîsan 2018
  • Çeteleya Tundîyê
NAVNEDA NÛÇEYAN - Platforma em ê Kuştina Jinan Rawestînin, rapora xwe ya Adarê ya derbarê tundiya li ser jinan de aşkera kir.  Di raporê de hat diyarkriin ku di meha Adarê de 25 jin hatine qetilkirin û 269 zarok jî hatine îstîsmarkirin.
 
Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP)  rapora meha Adarê ya di warê tundiya li ser jinan de aşkera kir. Di raporê de hat diyarkirin ku di meha Adarê de 25 jin hatine qetilkirin û bi qasî ku di çapemeniyê de hatiye diyarkirin 269 zarok jî bi îstîsmara zayendî re rûbirû mane.
 
Di raporê de hat diyarkirin ku di meha Adarê de tundiya li ser jinan li gorî mehên din kêm xuya dike û sedema wê jî wiha hat ravekriin: "Sedema kêmbûna tundiyê çalakiyên jinan ên bi minasebeta 8'ê Adarê bûn û çalakiyên jinan ên li welatên din ên cîhanê bû ku hemû jinan şîdeta li ser wan tê kirin şermezar kirin.  Ji bo ku ev kêmbûn tundiyê di mehên pêşiya me de jî berdewam bike; divê  ev siyasta hat kirin berdewam bike û daxuyaniyên derbarê tundiya li ser jinan wekî ku di meha Adarê de hatin jî berdewam bikin."
 
'Sedema kuştina jinan bê diyarkirin' 
 
Di berdewamiya raporê de hat diyarkirin ku li gel kêmbûna tundiyê a di meha Adarê de mirinên bi gûman ên jinan û kuştina jinan a kiryar ne diyar berdewam kiriye û ev tişt hat gotin: "Di nava vê mehê de ji 25 kuştina jinan 11 jê mirina bi guman in. Ji bo ku rê li kuştina jinan bê girtin divê ku bê zanîn jinên tên kuştin ji aliyê kê ve tên kuştin û ji bersucan re cezayê ku carekedin nikaribin sûcên bi vî rengî bikin bê dayîn."
 
Herî zêde li stebolê jin hatine kuştin
 
Di berdewamiya raporê de wiha hat gotin. "Li Enqereyê jina bi navê Îlknûr Çelîk, ji aliê Fevzî Çelîk ê ku ji girtîgehê derket û hat balê ku pê re zewicandî bû ve hat qetilkirin. kuştin li pêş çavê keça fevziya ya 4 slî hat kirin.  Jin di meha Adarê de herî zêde li Enqere Stenbol û Antalyayê hatine qetilkriin."
 
Di raporê de derbarê îstîsmara zarokan de jî wiha hat gotin: "Li gorî rapora ku ji aliyê Komîsyona Jinên Meclisa Giştî a Edîrneyê û Parastina Zarokên Keç ve hat amadekirin  di sala 2017'an de tenê li Edîrneyê hat aşkerakirin ku 186 zarok ducanî mane. Li Stenbolê tenê di sala 2017'an de li nexweşxaneyekê 115 zarokên temenê wan dibin 15 salî re ducanî man.  Hejmarên derabrê mijarê de ji aliyê jinan ve hatin aşkerakirin û ji ber ku tu tedbîrek nayê girtin û ser sucê tê girtin."