Di meha hezîranê de 25 jin hatin qetilkirin

  • 09:03 6 Tîrmeh 2023
  • Çeteleya Tundîyê
 
 
Yeşîm Oruç
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî çeteleya meha Hezîranê ya ajansa me 25 jin hatin qetilkirin û 27 jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
 
Li Kurdistan û Tirkiyeyê tundiya li ser jinê her diçe zêde dibe û li gorî daneyên çapemeniyê, tablo gelek giran e. Rêxistinên jinan diyar dikin ku tundiya li ser jinan ya her diçe zêde dibe girêdayê gotinên zîhniyeta serdest ya desthilatdariyê ye û bûyerên tundiyê yên tên jiyîn vê tespîtê piştrast dike.
 
Jin li aliyekî piştevaniyê mezin dikin û li aliyê din jî dibin hedefa desthilatdarî û mêran. Bi taybet di meha adarê de li herêmên erdhêjê tundiya mêr zêde bû, ji ber qelsiya mekanîzmayan jinan nikaribû dengê xwe bidin bihistin. 
 
Li gorî çeteleya tundiyê ya meha hezîranê ya ajansa me 25 jin hatine qetilkirin û 27 û 5 zarok bi guman jiyana xwe ji dest dane.
 
3 jin ji aliyê mêrên pê re di asta destberdanê de, 2 jin ji aliyê mêrên ku dest jê berdane, 3 jin ji aliyê zarokên xwe ve, 7 jin ji aliyê mêrên pê re zewicandî ve, jinek ji aliyê xizmê xwe ve, jinek ji aliyê hevalê xwe ve, 4 jin ji aliyê nasên xwe ve û jinek jî ji aliyê zavayê xwe ve hat qetilkirin.
 
Li Îzmîrê 6, li Dîrokê 2, li Eskîşehîrê 1, li Konyayê 1, li Kocaeliyê 1, li Qersê 1, li Antalyayê 2, li Ankarayê 2, li Aksarayê 1, li Edenê 2, li Karabukê 1, li Stenbolê 2, li Manîsayê 1 û li Îzmîtê jî jinek hat qetilkirin.