Di meha gulanê de 32 jin û 7 zarok hatin qetilkirin

  • 09:07 5 Hezîran 2022
  • Çeteleya Tundîyê
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên ajansa me kom kirine, di meha gulanê de herî kêm 32 jin û 7 zarok hatine qetilkirin. Mirina 17 jin û 7 zarokan jî bi guman e. 
 
Polîtîkayên AKP-MHP’ê yên jin û zarokan hedef digirin roj bi roj giran dibin û çapemeniya alîgir jî bi nûçeyên diweşîne bandor li ser civakê dike û dijberê jin û zarokan tê pêkanîn. Di meha gulanê de şîdeta li ser jinan dîsa di asta herî jor de derket pêş û di sûcê li hember zarokan jî zêdebûnek derket pêş.
 
Di meha gulanê de 32 jin hatin qetilkirin
 
Di meha nîsanê de 31 jin hatin qetilkirin û di meha gulanê de jî 32 jin hatin qetilkirin. 9 heb ji aliyê mêrên pê re zewicandî hatin qetilkirin. Du jin ji aliyê mêrên biryara durxistinê hatibû girtin ve hatin qetilkirin. 6 jin di asta destberdanê de hatin qetilkirin. Gumanbarê 4 jinan nayê zanîn û 4 heb jî bi îşkencê hatin qetilkirin. Nasnameya 4 jinên hatine qetilkirin jî nehat zanîn, 3 jin jî aliyê xizmên xwe ve hatin qetilirin.
 
Li gorî bajaran bûyer
 
Li Stenbolê 8, li Enqereyê 1, li Mersînê 1, li Îzmîrê 4, li Duzceyê 2, li Aksaray 1, li Amedê 2 , li Rihayê 1, li Şirnexê 1, li Wanê 2, li Aydinê 1, li Îdirê 1, li Bursayê 1, li Kocaeliyê 1, li Çanakkaleyê 1, li Êlihê 1, li Afyonê 1, li Eskîşehîrê jinek hat qetilkirin.
 
Ligel qetilkirina jinan 11 jin jî bi kuştinê re rûbirû man, 8 jinî şîdet dît, tecawizê jineke hat kirin û yek jî bi tacizê re rûbirû ma. 
 
17 mirinên biguman
 
Di meha gulanê de 17 jin bi guman jiyana xwe ji dest da. 5 heb jî hat îdiakirin ji şaneşîn û paceyê de ketine. 
 
Her wiha di meha gulanê de 7 zarok hatin qetilkirin, 7 zarok jî bi guman jiyana xwe ji dest da. Di meha gulanê de 8 zarok bi şîdet, qetilkirin û tacîz-tecawizê re hatin rû hev.
 
Di meha gulanê de dîsa gumanbar ji aliyê darazê ve hatin parastin û  ji 13 dozî 7 gumanbar hatin beratkirin û tahliyekirin.