Bîlançoya meha Nîsanê: 31 jin û 3 zarok hatin qetilkirin

  • 09:04 5 Gulan 2022
  • Çeteleya Tundîyê
Gulşen Koçuk
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî çeteleya ajansa me kom kiriye di meha nîsanê de 31 jin  û 3 zarok hatine qetilkirin û 12 jin û zarokek jî  bi guman jiyana xwe ji dest dane.  Di meha nîsanê de jî gumanbar bê ceza hatin hiştn û hewldanên xwe yên qetilkirinê domandin.
 
Hevkariya desthilatdarî-daraz- mêr û gotin û pêkanînên wan zemîna şîdetê ava dikin. Wek çeteleya şîdetê yên mehên borî vê mehê jî şîdet zêde bû, ev jî hevkariyê nîşan dide.
 
Nûçeya ‘polîsê gumanbarê tecawizê’ hat astengkirin
 
Li navçeya Cizîr a Şirnexê jina bi navê S.S. ji aliyê polîs Enes Aydemîr ve hat tecawizkirin û di 11’ê Nîsanê de ajansa me der barê bûyerê de nûçe çêkir û piştî vê malpera me ya ajansê hat astengkirin. Astengkirina vê carê di çapemeniya dîjîtal de hat kirin.
 
Doza girtiana KCDP’ê
 
 Komeleya Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin di 2012’an de bi malbatên jinên hatine qetilkirin re hat vekirin. Lê bi daxwaza Walîtiya Stenbol û Maseya Komeleyan ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve bi hinceta gilîkirina mêrên ‘mexdurên nefeqeyê’ doza feshkirinê hat vekirin. Hinceta dozê jî ev e ku ‘komele yekitiya malbatê xera dike’. Li dijî dozê ji gelek saziyên jinan û rêxistinên civaka sivîl bertek nîşan dan.
 
Peymana Stenbolê
 
Der barê 10 dozên ji bo betalkirina biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê hatin vekirin li 10’emîn Daîreya Dadgeha Bilind hat dîtin. Runiştin li salona konferansê ya bi kapasîteya 550 kesî hat dîtin û ji her çar alî Tirkiyeyê parêzer û nûnerên saziyan tevli bûn.  Ji bo dozê ji 70’ê zêdetir baroyê û gelek parêzeran ji bo tevlibûnê belgeya rayeyê pêşkêş kir. Lê bi hinceta salon tijeye parêzerên ji bajarên cuda hatibûn negirtin hundir. Piştî parastinan Dozgerê Dadgeha Bilind mutala aşkera kir û got divê biryar bê betalkirin. Serokê dadgehê got wê biryara xwe piştre bi nivîskî teblîg bikin.
 
31 jin û 3 zarok hatin qetilkirin
 
Li gorî çeteleya meha adarê ya Ajansa me 26 jin hatibûn qetilkirin. Di meha Nîsanê de jî 31 jin hatin qetilkirin, 12 jinan bi guman jiyana xwe ji dest dan. Di meha nîsanê de 3 zarok hatin qetilkrin û yek jî bi guman jiyana xwe ji dest da.
Du jin ji aliyê mêrên ji girtîgehê bi destur derketin, yek ji aliyê mêrê ku biryara wî ya durxistinê hebû ve hat qetilirin. 16 jin ji aliyê mêrên pêre zewicandî, 4 heb ji aliyê mêrên ku dest jê berdabûn, 4 heb ji aliyê mêrên ku xizmên wan bûn, 2 heb ji aliyê mêrên ku nas nedikirin ve, 2 heb ji aliyê mêrên ku nas dikirin, yek ji aliyê hevalê xwe ve hat qetilkirin.Gumanbarê jinekê nayê zanîn û yê yekê jî hîna nehatiye dîtin.
 
Li gorî bajaran dane wihane; Li Stenbolê 7, li Edenê 2, li Îzmîrê 2, li Elezîzê 2, li Erzidormê yek, li Balikesîrê yek, li Aydinê yek, li Sînopê yek, li Sakaryayê yek, li Burdurê yek, li Çorumê yek, li Gîresunê yek, li Şirnexê yek, li Trabzonê yek, li Boluyê yek, li Dîrokê yek, li Tekîrdagê yek, li Osmaniyê yek, li Muglayê jî yek bi giştî 31 jin hatin qetilirin.