Çeteleya meha adarê: 25 jin hatin qetilkirin, 18 mirinên biguman

  • 09:07 5 Nîsan 2022
  • Çeteleya Tundîyê
Habîbe Eren
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî çeteleya ku ajansa me her meh amade dike di meha Adarê de 25 jin hatine qetilkirin û 18 jin jî bi guman mirine. Di meha Adarê de 5 jin ji şaneşînê yan jî ji cihên bilind de ketin û jiyana xwe ji dest dan. Yek nokteyeke din a balê dikşîne ev e ku 4 jin ku hewl dan pêşî li kuştinan bigirin ji aliyê gumanbar ve rastî hewldana qetilkirinê hatin.
 
Şîdet, tacîz, tecawiz û qetilkirina li hember jinan ji ber pêşî lê nayê girtin roj bi roj zêde dibe û ev tablo gihiştiye ‘qirkirina zayendî’. Li aliyê din li her çar alî Tirkiyeyê di kuştinên hatin jiyîn de çîrokên jinan cuda bin jî hemû bi heman hincet û alavan hatin qetilkirin. Çekgirtina şexsî bi lez zêde dibe, gumanbar rêbazên wek hev bi kar tînin û mirinên bi guman bi awayekî sîstematîk zêde dibin. Sedema vê jî parastina gumanbar û bêcezahiştinê ye.
 
25 jin hatin qetilkirin
 
Li gorî daneyên ajansa me di meha sibatê de 24 jin hatine qetilkirin û 26 jî bi guman mirine. Di meha adarê de jî 25 jin hatine qetilkirin û 18 bi guman jiyana xwe ji dest dane. Li van daneyan encama dertê pêş jî dema gumanbar jinan qetil dikin, jinên hewl didin pêşî lê bigirin jî rastî hewldana qetilkirinê tên.
 
5 jin ji cihên bilind ketin
 
Dîsa mirinên biguman wek ketina ji şaneşînan de bû li gorî daneyên KCDP’ê ji 2021’ê heta niha 55 jin ji cihên bilind ketine û jiyana xwe ji dest dane. Ji sedî 20’ê van mirinan bi guman pêk hatine. Daraz bi ser van mirinan de naçin û dîsa vê mehê 5 jin ji şaneşîn an jî ji cihên bilind biguman ketin.
 
Li Nîgdeyê jina bi navê Serap Başer ku 16 sal berê winda bû û wê demê 24 salî bû, derket holê ku ji aliyê mêrê pê re zewicandî Alî Başer ve ku du sal piştî bûyerê di qezaya trafîkê de miriye, hatiye qetilkirin. Hestiyên Serapê di çala li ser erdê gumanbar hat dîtin. Ev bûyer nîşan dide ku bi ser kuştinên jinan de naçin û serê kuştinan tê veşartin. Li aliyê din jî polîtîkayên desthilatdariyê jî şîdetê li her derê zêde dike. Li Bursayê Midûrê Dibistana navîn Haydar Akin nivîs şandiye ji mamosteyan re û gotiye bila xwendekarên keç û kur ji hev cuda rûnin û ji ber vê jî bi lêpirsînê ji peywirê hatibû dûrxistin. Lê 5 roj şûnde radestê peywirê hat kirin.
 
Ji bo parastina cewherî berat
 
Li Balikesîrê Rumeysa Aydin a li dijî mêrê bi navê Murat Yildiz parastina cewherî pêk anî, ji doza dihat darizandin berat kir.
 
Herî zêde li Stenbol û Konyayê
 
Bajarên ku herî zêde jin lê hatine qetilkirin Stenbol û Konya bû li gorî daneyên me li Stenbolê 6, li Konya 3, li Bursayê 2, li Edeneyê 2, li Denîzliyê 1, li Sakaryayê 1, li Kîlîsê yek, li Qeyseriyê 1, li Antalyayê 1, li  Orduyê 1, li Kirşehîrê 1, li Ispartayê, li Edîrneyê 1, li Kocaeliyê 1, li Tekîrdagê 1 û li Îzmîrê jî 1 hatiye qetilkirin.
 
Gumanbar nêzî wan e
 
Di meha adarê de ji 25 jinên hatine qetilkirin 11 heb ji aliyê mêrên pêre zewicandî, 4 heb ji aliyê mêrên ku pêre dijîn, 2 heb ji aliyê xizmên xwe ve, 2 heb ji alilyê mêrên ku berê pê re dijiyan, 2 heb ji aliyê mêrên pêre zewicandî, 1 ji aliyê bavê xwe, 1 ji aliyê kesekî ku nas nedikir û yek jî ji aliyê mêrê ku bi israr ew dişopand ve hat qetilkirin.
 
Piranî bi çekê hatin qetilkirin
 
Ji jinê di vê mehê de hatin qetilkirin 11 heb bi çekê, 9 heb bi kêrê hatin qetilkirin. 5 jin jî rêbazên cuda hatin qetilkirin.
 
Hewldana qetilkirin, tacîz û tecawizê
 
10 jin bi hewldana qetilkirinê re hatin rû hev. 8 jinî şîdet dît, jinek hat desteserkiri, du heb hatin tecawizkirin.
 
3 zarok hatin qetilkirin
 
Li gorî daneyên me di meha adarê de 3 zarok hatin qetilkirin du heb bi guman jiyana xwe ji dest dan. 5 zarok jî hatin tacîzkirin, 3 zarok hatin tecawizkirin, yek li Kursa Kuranê şîdet dît.
 
Di 8’ê Adarê de jin hatin binçavkirin 
 
Di meha adarê de êrîşên dewlet û darazê yên li hember jinan berdewam kir û navenda wê Amed di 16’ê Adarê de polîsan bi ser mala endamên Komeleya Jinan a Rosa, aktîvîstên TJA, hevserokên HDP û sendîkayiyan de girt. 24 jin hatin binçavkirin û jê 11 heb hatin girtin. Hinceta girtina jnan jî tevlibûna 25’ê Adarê, 8’ê Adarê û çalakiyên Peymana Stenbolê bû. Gumanbarê xwendekar Gulistan Doku ku ev du sal in winda ye,  Zaînal Abarakov li Alanyayê hat binçavkirin lê dozgeriyê serbest berda.
 
Di Newrozê de 74 zarok hatin binçavkirin
 
Li bajarên Tirkiye û herêmê di pîrozbahiyên Newrozan de gelek binpêkirin hatin jiyîn. Jin ji ber cil û bergan hatin astengkirin, lêgerîna  tazî hat ferzkirin û bi saetan li nokteyên lêgerînê hatin sekinandin. Di nokteyên kontrolê de 74 jê zarok 298 kes hatin binçavkirin. Li Bismilê jî du zarokên 5 salî yên xwişkên hev bi hinceta reng û sembolên li ser cil û bergên wan di dema ketina qada Newrozê de hatin binçavkirin û şopa tiliyên wan hat girtin.