Di meha sibatê de 24 jin hatin qetilkirin

  • 09:25 5 Adar 2022
  • Çeteleya Tundîyê
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên ku me kom kirin di meha sibatê de 24 jin û 2 zarok hatin qetilkirin û mirina 26 jinan û 7 zarokan jî bi guman e. 
 
Bi polîtîkayên îqtîdarê û bi pêşengiya medyaya mêr li hemberî jinan êrişeke topyekûn heye. Ev tişt cesaretê dide kujer û êrişkaran. Daraza ku faîlan diparêze dibe sedema xetereya jiyana jin û zarokan. 
 
Li gorî daneyên ku ajansa me kom kir di meha çilê de 31 jin û 4 zarok hatin qetilkirin û mirina 30 jinan û 11 zarokan jî bi guman e. Di nav meha sibatê de jî 24 jin hatin qetilkirin û mirina 26 jinan jî bi guman e. Her wiha 2 zarok hatin qetilkirin û mirina 7 zarokan jî bi guman e. 
 
Di çalakiyên 8'ê Adarê de mijara herî girîng û sereke qirkirina jinê ye û jinan li qadan bal dikişînin ser qetilkirina jinan. Li gorî ajansa me JINNEWS'ê mirina 26 jinan bi guman e û 24 jin jî ji hêla mêran ve hatiye qetilkirin. 
 
Li gorî daneyên me li Stenbolê 4, li Semsûnê 2, li Zonguldakê 1, li Rihayê 2, li Xarpêtê 1, li Sakaryayê 1, li Sêwasê 1, li Uşakê 1, li Bûrsayê 2, li Kocaeliyê 2, li Balikkesirê 1, li Konyayê 1, li Mêrsîn 1, li Duzcê 1, li Mareşê 1, li Enqerê 1, li Îzmîrê jî jinek hat qetilkirin. 
 
12 jin ji hêla merê ku perê zewicandî ve hat qetilkirin, 4 jin ji hêla xizmên xwe ve hat kuştin, 3 jin ji hêla hevalên xwe yên mêr ve hat kuştin, 2 jin ji hêla kurê xwe ve hat kuştin û jinek jî ji hêla birayê xwe ve hat kuştin. Kujerên 2 jinan jî hêj ne diyar e. Her wiha 4 jinên ku hêj doza wan yên hevweqetandinê dom dikir hatin kuştin. Jinek jî mafê xwe ya parastina cewherî bikar anî û xwe ji mirinê rizkar kir. 
 
Her wiha di meha sibatê de mêran hewldan ku 14 jinan qetilbike. 10 jin bi şîdetê re rûbirû ma û jinek bi tecawizê re rûbirû ma û 2 jin hatin tacizkirin, jinek hat rewandin û 2 jin jî bi awayeke bi guman birîndar bû. 
 
Di meha sibatê de jî 2 zarok hatin qetilkirin û mirina 7 zarokan jî bi guman e. Her wiha zarokek jî bi awayeke bi guman birîndar bû. 2 zarok jî ji mirinê filitîn.  3 zarok bi şîdeta fizîkî re rûbirû ma. Destdirêjî li 11 zarokan hat kirin û zarokek jî bi parastina cewherî ji mirinê rizgar bû. 
 
Mekanîzmayên dewletê ya ku divê parastina jinê bike bi hewldana xwe dibe sedema zêdebûna kuştina jinan. Ligel vê jî navendên ku parastina jinê dike yek bi yek tên girtin. Di sala 2016'an de sazî û dezgehên jinan ên girêdayî şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin girtin. Navnîşanên stargehan tê aşkerakirin û piştre jî tên girtin. 
 
Kujer û êrikar ji hêla darazê ve tên parastin û ev parastin di meha sibatê de jî dom kir. Di gelek danişînên dozan de faîl bi hinceta "rewşa baş" serbest hatin berdan. Li şûna ku faîl bên darizandin jin hatin darizandin. Di meha sibatê de danişîna doza jinên ku di Meşa Şev a Stenbolê ya ku di 8'ê Adarê de hatibû li dar xistin hilketin hat dîtin. Derbarê parêzvana mafên jinan û  parêzer Rûşen Seydaoglu de doz hat vekirin û 6 sal û 3 meh ceza lê hat birîn.