Çeteleya meha çileyê: 31 jin hatin qetilkirin

  • 09:35 6 Sibat 2022
  • Çeteleya Tundîyê
 
Ayşe Guney
 
NAVENA NÛÇEYAN - Li gor çeteleya tundiyê ya ajansa me her meh amade dike di meha ewil a 2022'yan de 31 jin, 4 zarok hatin qetilkirin, 30 jin û 11 zarok bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Daraza mêr jî bi polîtîkayên bêcezahiştinê tundî paşguh kir û li dijî zarokan 11 bûyerên tecawiz û destdirêjiyê pêk hatin. 
 
Îkdtidara ku li dijî jinan polîtîkayên dijminatiyê dişopîne li dijî jinan û destkeftiyên jinan şerekî vekirî dide meşandin. Li dijî îktidara ku ji hunermendên jin bigire heta siyasetmedarê jin ji siyasetmedarên jin bigire heta hiqûqnasên jin ên têkoşînê didin hedef digire, jin li qadên lê ne serhildaneke xurt pêşkêş dikin. 
 
Li Tirkiyeya ku di 2021'ê de 311 jin hatin qetilkirin û 181 jin bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan di sala 2022'yan de jî tablo neguhert. Li gor çeteleya tundiyê ya JINNEWS'ê ya meha çileyê 31 jin, 4 zarok hatin qetilkirin, 30 jin û 11 zarok bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. 
 
31 jin û 4 zarok hatin qetilkirin
 
Li gor çeteleya tundiyê ya JINNEWS'ê ya meha çileyê 31 jin, 4 zarok hatin qetilkirin, 30 jin û 11 zarok bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Jin herî zêde li malên xwe û ji aliyê mêrên bi wan re zewicî hatin qetilkirin. 
 
Herî zêde li Enqere û Stenbolê jin hatin qetilkirin
 
Bajarê herî zêde jin lê hat qetilkirin Stenbol e. Li Stenbolê 6 jin hatin qetilkirin. Li Enqereyê 3, li Dîlok, Mêrsîn, Afyon, Bûrsa, Îzmîr, Edene, Antalyayê jî 2 jin hatin qetilkirin. Di warê mirina bi guman de jî Şirnex û Antalya di rêza ewil de ne. 
 
Hejmara mirinên bi guman zêde bûn
 
Di meha çileyê de 30 jin û 11 zarok bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Zêdebûna mirinên bi guman pirsa "tê xwestin ji bo kuştinan xemla întixarê bê dayin?" tîne bîra mirov. Her wiha derbarê mirinên bi guman de jî lêpirsîneke bi rêk û pêk nayê meşandin. 
 
Gef li jinan tên xwarin
 
Hewdana lîncê ya ji ser wêneyên 8 sal berê yên Semra Guzel a HDP'yî hat destpêkirin heta stranbêj Sezen Aksu û Gulşenê dewam kir. Rojnameger Sedef Kabaş hat girtin û Rojnameger Sevda Karaca ji ber parvekirina xwe ya derbarê nafakayê de hedef hat nîşandan. Her wiha Aleyna Tilki, Serenay Sari yên tên naskirin bi gefxwarin û êrişên mêran rû bi rû man. 
 
Jin ji bo destkeftiyên xwe li berxwe didin
 
Dozgera Dadgeha Bilind Elmas Mucukgil da zanîn ku biryara vekişandina ji Peymana Stenbolê ya serokomar li dijî hiqûqê ye û divê ev biryar bê betalkirin. Destkeftiyên Peymana Stenbolê wekî berxwedana jinan a ji bo destkeftiyên xwe hat pênasekirin. 
 
Gulistan Doku li ku ye?
 
Hîn derbarê aqubeta Gulistan Doku ya ku di 5'ê Çileyê de li Dêrsimê hat windakirin de tu pêşketin tune ye. Heta niha di doza ku hat vekirin de wekî bersûc li kesî nehat guhdarkirin. Malbata Gulistanê ji 1'ê Çileyê ve li ber Edliyeya Dêrsimê bi piştgiriya Platforma Jinê çalakiya rûniştinê li dar dixe û jin li qadan li ser platfromên medyaya dîjîtal pirskirina "Gulistan Doku li ku ye?" didomînin. 
 
Tecawiz û destdirêjiya li dijî zarokan zêde bûn
 
Li Navçeya Karabaglarê ya Îzmîrê li Dibistana Navîn a Ulkuyê T.D. yê li kantînê dixebitî dest dirêjî gelek zarokan kir. Her wiha derket holê ku mudurê Dibistana Amadehiyê ya Şehîd Albay Îbrahim Karaoglanoglu ya Tîre ya Îzmîrê  M.A. destdirêjî li zarokan kiriye û gef li wan daye xwarin. 
 
Edaleta mêr li ser kar e
 
Di meha çileyê de jî bersûcên tecawiz, destdirêjî, tundiyê derket pêşberî darazê. Di darazên ku zagona 6284 û Peymana Stenbolê lê nehat bikaranîn bi hincetên mêran li dadgehê kincê taxim li xwe kiriye û helwesteke bêdeng nîşan dane ji bo wan halê baş ket meriyetê û cezayên wan hatin daxistin. Dîsa daraza mêr li ser kar bû û bersûcên tundî, destdirêjî û tecawizê hatin berdan.