Çeteleya şîdetê ya 2021’ê: 311 jin hatin qetikirin, 181 bi guman mirin

  • 09:17 5 Çile 2022
  • Çeteleya Tundîyê
Dîlan Babat - Oznur Deger
 
ENQERE - Li gorî meha qanûnê ya 2021’ê 25 jin hatine qetilkirin 6 jin bi guman jiyana xwe ji dest dane. Di seranserê salê de jî 311 jin hatine qetilkirin û 181 jin bi guman jiyana xwe ji dest dane. Di sala 2021’ê de ku şîdeta mêr hat xelatkirin, li dadgehan gumanbar bê ceza hatin hiştin.
 
Desthilatdariya ku bi polîtîkayên dijminê jinê, jinên ku ji bo maf û jiyana xwe têdikoşin, hedef digire, di sala 2021’ê de jî pratîka xwe berdewam kir.  Li aktîvîstên mafên jinan ceza hatin birîn, Peymana Stenbolê hat feshkirin, şîdeta dewlet mêr di 2021’ê de berdewam kir. 
Me di çeteleya sala 2021’ê de, polîtîkaya bêcezahiştinê ya darazê kom kir.
 
Polîs û leşkerên gumanbar
 
Li Beşîrî ya Êlihê çawîsê pispor Musa Orhan tecawizê Îpek Er kiribû û piştî tecawizê Îpek Er di 16’ê Tîrmeha 2020’î de întîxar kir û di 18’ê Tebaxê de jî jiyana xwe ji dest da. Li ser bertekên jinan gumanbarê tecawizê Musa Orhan hat girtin û piştre dîsa hat berdan. Gumanbar di 3’yê Kanûnê de li Yekemîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê di rûniştinê de bi daxistina ceza ya rewşa baş re 10 sal ceza lê hat birîn. Dadgehê ligel daxistina ceza ‘pêşeroja gumanbar fikirî’ û gumanbar negirt.
 
Darazê jin ceza kirin
 
Lîstikvan Ezgîn Mola û Farah Zeynep Abdullah ku mafê Îpek Er parastin, rastî lêpirsînan hatin. Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê der barê Ezgî Mola de, bi hinceta parvekirina ser çapemeniya civakî lêpirsîn da destpêkirin. 31’yemîn Dadgeha Cezaya Asliye ya Enqereyê bi îdiaya ‘heqeretê’  5 hezar û 200 TL pereyê cezayê edlî li Ezgiyê birî. Her wiha parêzerê gumanbar Musa Orhan, der barê Farah Zeynep Abdullah de jî ji ber piştgirî da hevala xwe,  serlêdana sûc kir.
 
Doza Surmî Înce
 
Li bajaroka Buyukçîftlîk a  navçeya Gever a Colemêrgê jina bi navê Surmî Înce di 18’ê Tîrmeha 2016’an de dema xwarin ji zarokên xwe re dibir ser erd, di vegerê de ji aliyê çawîşê pispor Alî Dagiran ve hat qetiklirin. Gumanbar di çarçoveya lêpirsînê de hefteyekê girtî ma û di 25’ê cotmeha 2016’an de hat berdan. Gumanbar ji doza hat vekirin li Dadgeha Cezaya Giran a Geverê hat darizandin. Di pêvajoya darizandinê sûcê gumanbar wek ‘bi teqsîrê kes kuştin’ hat guhertin. Ji vî sûcî 3 sal û 4 meh ceza hat dayîn. Ev ceza ji aliyê Dadgeha Îstînafa Erziromê ve hat xerakirin. Dosya ji nû ve şandin Dadgeha Herêmî û ji rewşa baş ceza hat daxistin vê carê 3 sal û 10 meh û 3 roj ceza hat birîn. Dadgeha Îstînaf a Erziromê ceza erê kir. Parêzeran dosya birin DDB’ê.
 
Polîs leşker gardiyan
 
Li gel leşker û polîsan, gardiyan jî nav gumanbaran de ne. Gardiyan Halîl Îbrahîm Sert di 30’ê Tebaxa 2020’î de li Wanê, Dîlan Taş di wesayîta xwe de qetil kir û doza jê girtî tê darizandin li Yekemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê tê dîtin. Salek û nîv e hîna ceza li gumanbar nehatiye birîn.
 
Polîsên tacîzkar li ser kar in
 
Yek ji polîsên gumanbar Ercan Uysaler bû. Polîs Ercan Uysaler di dema qeyûm Mustafa Yaman ku di 2016’an de tayînê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bû, wek midûr tayînê Kent A.Ş bû. Polîs Ercan Uysaler ku wê demê fuhuş li jinekê ferz kiribû, hat tahliyekirin.
 
Wesayîtên zirxî zarokan qetil dike
 
Li navçeya Hezex a Şirnexê li taxa Turgut Ozal di 3’ê îlona 2021’ê de zarokê bi navê Mîraç Mîroglu yê 7 salî, di encama lêketina wesayîta zirxî de hat qetilkirin. Polîs piştî îfadeyê hat berdan û lêpirsîna ji aliyê Dozgeriya Komarê ya Hezexê ve hat destpêkirin jî bi ‘qezaya trafîkê ya mirinî’ hat destpêkirin.
 
Qetilkirina Denîz Poyraz
 
Di 17’ê Hezîrana 2017’an de gumanbar Onur Gencer êrîşê HDP’a Îzmîrê kir û xebatkara partiyê Denîz Poyraz qetil kir. Gumanbar ku wêneyên wî bi çeteyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re hat dîtin jî, kesên li pişt wî nehatin aşkerakirin. Gumanbar li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bayrakliyê ya Îzmîrê tê darizandin.
 
Li Konyayê komkujî
 
Di 30’ê Tîrmeha 2021’ê de li navçeya Meramê ya Konyayê ji malbata Dedeogullari ya Kurdên Qersê bûn 4 jê jin 7 kes ji aliyê gumanbar Mehmet Altun ve hatin qetilkirin. 
 
Jinên siyasetmedar hatin darizandin
 
Daraza ku mêr bê ceza hiştin, jinên siyasetmedar ên têkoşîn dimeşandin ceza kirin. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û Berdevka Demî ya TJA’yê Ayşe Gokkan hatin cezakirin. Li Leyla Guven 22 sal û 3 meh ceza li Aşe Gokkan jî  30 sal ceza hat birîn.
 
Li dijî şer aştî
 
Dayikên Aştiyê yên li dijî şer bi israr aştiyê diparêzin jî bi cezayan re hatin rû hev. Li Dayika Aştiyê Makbule Ozbek di 2’yê Kanûna 2021’ê de ji aliyê 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve 7 sal û 6 meh ceza hat birîn.
 
Sûcdarê bi rekor yê salê: Umîtcan Uygun
 
Yek ji gumanbarên ku gelek sûcên wî hene û her tim wekî ku tê parastin tê rojevê Umîtcan Uygun e. Di 3’yê Hezîrana 2020’î de li Keçîorenê ya Enqereyê jina bi navê Aleyna Çakir li malê mirî hatibû dîtin û gumanbarê sereke Umîtcan Uygun bû û bi sûcên hişbir û fuhuşê hat rojevê. Bi wêneyan derket holê ku gumanbar û malbat bi wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu re di têkiliyê de ne û gumanbar bi bêcezabûnê hat xelatkirin. Lê vê carê di 5’ê Tebaxa 2021’ê de li Mamakê ya Enqereyê Esra Hankulu qetil kir. Gumanbar ji sûce ‘ji qestî kes kuştin’ hat girtin. Tevî ku ji gelek sûcî dosyaya wî heye jî hîna ceza li gumanbar nehatiye birîn.
 
Li gumanbarên sûcên xwe îtîraf dikin ceza nayê birîn
 
Di 16’ê Tîrmeha 2020’î de li Muglayê xwendekara zanîngehê Pinar Gultekîn winda bû û 5 roj şûnde derket holê ku hatiye qetilkirin. Gumanbar Cemal Metîn Avci û yên alîkarî dan wî Mertcan Avci û kesên ji malbatê li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Muglayê tên darizandin. 8 rûniştin heta niha pêk hatiye û tevî hemû delîlan gumanbar nehatiye cezakirin.
 
Kuştinên jinan ên gumanbarên wan diyar
 
Dîsa di vê sala derbasbûyî de gelek dozên jinên hatine qetilkirin hatin dîtin. Di 2’yê Mijdara 2020’î de li Kizilcahamam a Enqereyê Gamze Açar a 17 salî hatibû tecawizkirin û ji qatê 5’an yê otelê hatibû avêtin û qetilkirin. Gumanbarên wê Riza Dogan, Mustafa Emre Demîral, Mehmet Dogan, Huseyîn Emre Gurgen, Emre Eker li 2’yemîn Dadgeha Cezaya Adliyeya Bati ya Enqereyê tên darizandin. Yek jê serbest, 5 kesên tên darizandin, hîna nehatine cezakirin.
 
Biryara neşopandinê
 
Li Dîlokê di 3’yê îlona 2020’î de jina bi navê Sezay Koçak ji aliyê mêrê ku xwest dest jê berde, Alî Ozahî ve ji şaneşînê ve hat avêtin û qetilkirin. Hat îdiakirin ku Sezayê întîxar kiriye û hîna gumanbar nehatiye girtin. Dozgerê Komarê yê Dîlokê biryara neşopandinê da.
 
Bêcezahiştin jinan qetil dike
 
Polîtîkayên bêcezahiştinê yên darazê ji qetilkirina jinan re zemînê ava dike. Di heman demê de întîxarê li jinan ferz dike. Edanur Kaplan a li Enqereyê dijiya di 30’yê Tîrmeha 2021’ê de ji aliyê Yusuf Guzelyurt û Mehmet Ardiçoglu ve hat revandin û tecawizkirin. Edanur di 31’ê Tîrmehê de çû der barê gumanbaran de gilî kir. Lê gumanbar hatin berdan û Edanurê di 7’ê Tebaxê de întîxar kir. Piştî vê gumanbar hatin girtin û doz li 12’emîn Cezayê Giran a Enqereyê tê dîtin.
 
Zarok nayên parastin
 
Li gundê Bezîrhaneyê yê Agiriyê di 15’ê Hezîrana 2018’an de zaroka 4 salî Leyla Aydemîr winda bûbû û 18 roj şûnde mirî hatibû dîtin. Derketibû holê ku îstîsmara zayendî lê hatiye kirin. Di lêpirsînê de 2 jê ap der barê 7 kesî de doz hat vekirin. Di encama darizandinê de hemû gumanbaran berat kirin.
 
Ne li mêran li jinan ceza barandin
 
Di 2021’ê de dîsa jinên ku parastina cewherî pêk anîn di hedefê de bûn. Çîlem Dogan di 8’ê Tîrmeha 2015’an de li hember Hasan Karabulut ê pê re zewicandî ku fuhuş lê ferz kiribû, parastina cewherî pêk anî û kuşt. 15 sal cezayê ji aliyê 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê ve li Çîlemê hatibû birîn, ji aliyê Yekemîn Daîreya Cezaya Dadgeriyê ve hat erêkirin.
 
Parastina Peymana Stenbolê sûc e
 
Der barê 33 jinên Endamên Platforma Jinan a Enqereyê ku der barê nîqaşkirinên rakirina Peymana Stenbolê de çalakî pêk anîbûn, doz hatibû vekirin û doza wan didome.
 
Di meha kanûnê de: 24 jin hatin qetilkirin 6 mirinên bi guman
 
Li gorî daneyên me Jinnewsê kom kirine, di meha kanûna 2021’ê de 25 jin hatine qetilkirin û 6 jî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Di heman mehê de sê zarok hatine qetilkirin, zarokek bi guman jiyana xwe ji dest daye. Her wiha di seranserê sala 2021’ê de 311 jin hatine qetilkirin û 181 jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.