Bîlançoya şîdetê: 33 jin hatin qetilkirin, 25 mirinên biguman

  • 09:04 5 Kanûn 2021
  • Çeteleya Tundîyê
 
ENQERE - Li gorî bîlançoya şîdetê ya meha Mijarê 33 jin hatine qetilkirin, 25 jinan jî bi guman jiyana xwe ji dset dane. Jin dema dixwazin dest ji mêran berdin tên qetilkirin. Her wiha bajarê ku herî zêde jin lê tê qetilkirin Stenbol e.
 
Poltîkayayê bêcezabûnê yên desthilatdariyê rê li ber kuştinên jinan vedike û bîlanço roj bi roj girantir dibe. Peymana Stenbolê ku bi biryarnameya serokomar hatibû fehskirin, Daniştayê der barê daxwaza ku bila betalkirin bê rawestandin de biryara red da û biryara vekişandinê li gorî hiqûqê dît.  Her wiha 5’emîn Pakêta Darazê ya ‘Qanûna Der barê Guherîna Hinek Qanûn û Qanûna Îcra û Îflasê’ de di 30’ê Mijdarê de di rojnameya fermî de hat  weşandin û ket meriyetê.  
 
33 jin hatin qetilkirin
 
Wek JINNEWS her meh em ji nûçeyên çapemeniyê daneyan kom dikin û li gorî van daneyan di meha mijdarê de 33 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin û 25 jinan jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.  3 jin jî bi hewldana qetilkirinê re hatine rû hev. Li Şirnexê du jinan întîxar kir, 5 zarokan bi guman jiyana xwe ji dest dan. Zarokekî întîxar kir û zarokek jî rastî hewldana qetilkirinê hat. 3 zarok jî hatin qetilkirin. Dadgehan jî dîsa wek her carê ji bo gumanbaran serî li daxistina ceza dan.
 
Ji ber dixwazin dest ji mêran berdin tên qetilkirin
 
Li gorî daneyên me kom kirine di vê mehê de jinekê ji ber pêşniyara lihevkirinê red kiriye, 4 jinên di asta dest berdanê de bûn, 7 jin ji alilyê mêrên ku pê re têkiliya wan hebû, jinek ku xwest dest ji mêr berde, jinekê ku xwest dest ji kesê pê re hatiye zewicandin berde, jinek jî ji aliyê mêrekî ku nas nedikir ve hat qetilkirin.
 
Stenbolê bajarê ku herî zêde jin lê hatine qetilkirine
 
Her wiha ji ber mêr ji aliyê desthilatdariyê ve tên parastin hema heman li hemû bajarên Tirkiyeyê jin tên qetilkirin û vê mehê jî herî zêde li Stenbol û Îzmîrê jin hatine qetilkirin.