Di meha cotmehê de 23 jin hatine qetilkirin

  • 12:38 5 Mijdar 2021
  • Çeteleya Tundîyê
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî çeteleya me ya meha cotmehê, 23 jin hatine kuştin û 14 jin jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane. 
 
Ji ber polîtîkayên bêceza hiştinê her roja ku derbas dibe hejmara kuştina jinê zêde dibe. Piştî ku Tirkiye ji Peyman Stenbolê vekişiya bêtir bûyerên, destdirêjî, şîdet û kuştin zêde bû. Li gorî daneyên ku me kom kirî di meha cotmehê de herî kêm 23 jin hatine kuştin û 14 jin jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane. 
 
Herî zêde jin li Stenbol û Konyayê jin hatine kuştin. Li Stenbolê 6,li Konyayê 4 û li Îzmîrê jî 3 jin hatin qetilkirin. Li gorî daneyên vê mehê destdirêjî 5 zarokan hatiye kirin û 3 zarok jî hatine kuştin û zarokek jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji des daye. 9 jin ji hêla mêrê ku pêre zewicandî ve hatin qetilkirin. 2 jin ji hêla kurê xwe ve, jinek ji hêla mêrê ku xwest li hevbên ve hat qetilkirin.